Kupaya Cîhanê ya 2026’an: Kî bi kê re dilîze, favorî kî ne?

Spor

NÛPEL – Kupaya Cîhanê ya 2026’an dê bi mazûvaniya Amerîka, Kanada û Meksîkayê were lidarxistin û vê carê 48 tîm tê de cih digirin. Maçên 12 komên ku ji 4 tîman pêk tên dê di 11’ê Hezîranê de dest pê bikin. Xwediyê kupayê jî dê di 19ê Tîrmehê de di maça fînalê de diyar bibe.

Pişkavêtina Kupaya Cîhanê tabloyeke hevseng derxist holê û vê carê “koma mirinê” çênebû. Îfadeya “koma mirinê” ji bo wan koman tê bikaranîn ku çend tîmên favorî û bihêz bi hev re dikevin heman komê.

Komên Diyar û Hevrikî

Koma A û Tîmên Mazûvan: Yek ji welatên mazûvan Meksîka di Koma A de cih digire û dê di maça vekirinê de bi Afrîkaya Başûr re bilîze. Lîstina li Stadyûma Aztekê û li ber alîgirên xwe ji bo Meksîkayê avantajeke mezin e. Koreya Başûr û Çekya jî tîmên din ên vê komê ne.

Kanada û Koma B: Welatekî din ê mazûvan Kanada ye. Kanada di Koma B de bi Qeter, Swîsre û Bosna-Hersekê re dilîze. Paraguay û Awistralya jî du tîmên din ên vê komê ne.

Rêya Hêsan a Brezîlyayê: Pişkavêtina ji bo Brezîlyayê rêyeke hêsan xêz kir. Brezîlya di Koma C de ye û ji bilî Fasê hevrikeke wê ya xurt xuya nake. Skoçya û Haîtî jî vê komê temam dikin.

Koma F û Koma I: Di Koma F de du tîmên bihêz ên Ewropayê, Holenda û Swêd, tên pêşberî hev. Di Koma I de Senegal û Fransa – ku di sala 2002’yan de ji aliyê Senegalê ve hatibû têkbirin – dîsa ketin heman komê. Fransaya ku yek ji favoriyên turnuwayê ye, dixwaze tola sala 2002’yan hilîne. Norweç jî tîmeke din a bihêz a vê komê ye.

Koma J û Koma L: Koma J ya ku Arjantîna şampiyona dawî tê de ye jî zêde zehmet xuya nake. Arjantîn dê bi Cezayîr, Awisturya û Ûrdunê re bilîze. Di Koma L de jî Brîtanya û Xirwatistan dê werin pêşberî hev.

Nîşe: Ji Karayîban Curaçao, ji Afrîkayê Cape Verde (Giravên Kepkêsk) û ji Asyayê Ozbekistan cara yekem e ku beşdarî Kupaya Cîhanê diben.

Favoriyên Kupaya Cîhanê Kîjan Tîm in?

Spanya

Spanyaya şampiyona Ewropayê, piştî performanseke bêqisûr a di maçên parzûnandinê (eleme) de, wekî favoriya herî mezin a turnuwayê tê nîşandan. Spanyayê di komên parzûnandinê de bi Tirkiye, Gurcistan û Bulgaristanê re lîst; di 6 maçan de 5 serkeftin û wekheviyek bi dest xist. Di kadroya Spanyayê de stêrkên wekî Pedri, Fabián Ruiz, Martin Zubimendi, xwediyê xelata Ballon d’Ora 2024’an Rodri û yek ji lîstikvanên ciwan ên herî baş ên cîhanê Lamine Yamal hene.

Brîtanya

Brîtanya di her du şampiyoniyên dawî yên Ewropayê de fînal lîstiye. Ew bi nifşê xwe yê nû êdî dixwaze kupayekê qezenc bike. Tîma di bin rahêneriya Thomas Tuchel de hemû maçên xwe yên parzûnandinê qezenc kirin. Brîtanyayê qet gol nexwarin û wisa beşdarî Kupaya Cîhanê bû. Jude Bellingham û Harry Kane stêrkên herî diyar ên vê tîmê ne.

Fransa

Fransa jî namzedeke xurt e. Tîma di bin rahêneriya Didier Deschamps de ye, bi xeta xwe ya êrişê ya xurt balê dikişîne. Lîstikvanên wekî Bradley Barcola, Michael Olise, Kylian Mbappé û Hugo Ekitike di vê tîmê de ne. Fransaya fînalîsta 2022’yan di maçên parzûnandinê yên Ewropayê de qet têk neçû.

Arjantîn û Brezîlya

Arjantîna şampiyona Kupaya Cîhanê ya dawî jî maçên parzûnandinê yên Amerîkaya Başûr bi serkeftî qedandin. Arjantînê 9 puan ferq avêt Ekvadora di rêza duyem de. Arjantînê di 4 salên dawî de 2 caran Copa América û carekê jî Kupaya Cîhanê biriye mala xwe û gelekî xurt e.

Her çend Brezîlyayê tişta ku jê dihat hêvîkirin neda be jî mirov nikare wê paşguh bike. Brezîlyayê di 18 maçan de 6 têkçûn dîtin û di rêza pêncem de cih girt. Tîma ku şampiyoniya xwe ya dawî beriya 22 salan bi dest xistiye, her tim xwedî şans e.

Tîmên ku Dikarin Surprizan Bikin

Norweç: Ji sala 1998an ve cara yekem e beşdarî Kupaya Cîhanê dibe. Norweçê her çend heta niha tura 16an derbas nekiriye jî, vê carê bi saya 16 golên Erling Haaland bal kişand ser xwe. Norweçê hemû maçên xwe yên parzûnandinê qezenc kirin; wê Îtalyaya ku 4 caran bûye şampiyon hem li mala wê hem jî li deplasmanê têk bir û ev ji bo Norweçê serkeftineke mezin e.

Fas: Yek ji wan tîman e ku hemû maçên xwe qezenc kirine û di rêzbendiya cîhanê de di rêza heştem de ye. Tê payîn ku Fas ji koma xwe ya bi Brezîlya, Skoçya û Haîtiyê re derkeve.

Misir: Bi pêşengiya Mohamed Salah dixwaze ku ji koma Belçîka, Zelanda Nû û Îranê derkeve.

Japonya: Yek ji tîmên herî xurt ên Asyayê ye. Wê di 16 maçên parzûnandinê de tenê 3 gol xwarin û bi hêsanî beşdarî turnuwayê bû. Japonyayê di dawiya meha adarê de li Wembleyê 1-0 zora Brîtanyayê bir. Ew bi Holenda, Tûnis û Swêdê re di heman komê de ne.

Kolombiya: Piştî performanseke xurt a li Amerîkaya Başûr, di turnuwayê de bixwebawer e. Kolombiyayê Brezîlya û Arjantîn têk birin û di rêza sêyem de cih girt.

Kanada: Yek ji welatên mazûvan Kanada jî di nav tîmên surprîz de tê dîtin. Her çend wan 6 maçên xwe yên berê yên Kupaya Cîhanê winda kiribin jî, ketina nav koma Qeter, Swîsre û Bosna-Hersekê ji bo wan avantajeke mezin e.

Çavkanî: Rûdaw

Van jî bibîne

 

Di van demên dawî de Çîn bûye cihê hevdîtinan
Amerîkayê keştiya balafiran şand sînorê Kubayê

Nûçeyên Sereke