AMED ( Nûpel) – Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê, îsal jî wekî sala par, ji bo xwendekarên ku dixwazin di warê sporê de kariyera akademîk bi dest bixin, kursên amadekarî yên belaş vedike.
Kursên amadekarî yên ji bo Dibistana Bilind a Perwerdeya Bedenî û Sporê (BESYO) û Lîseya Sporê, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya “Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in” têne organîzekirin. Serlêdan di navbera 21-30ê Nîsanê de tên qebûlkirin û kurs dê di 5ê Gulanê de dest pê bikin. Her wiha, ji bo hemû xwendekarên beşdar piştgiriya alavên sporê jî dê were peydakirin.
Par Serkeftineke Mezin Hat Bidestxistin
Sala borî ji 80 xwendekarên ku beşdarî kursên amadekarî yên BESYOyê bûbûn, 53 kes di ezmûnê de bi ser ketin û di beşên wekî Mamostetiya Perwerdeya Fîzîkî û Rêveberiya Sporê de bi cih bûn. Di nav van de xwendekarekî bi sendroma Downê jî hebû ku bi dersên taybet amadekarî kiribû û bi serkeftî ezmûn derbas kir.
Her wiha, ji 120 xwendekarên ku ji bo Lîseya Sporê amadekarî dîtibûn, 70 kes di ezmûnê de bi ser ketin. Şaredariya Peyasê bi vê projeyê piştgiriyeke girîng dide ciwanên ku dixwazin di warê sporê de perwerdeya xwe bidomînin û kariyera akademîk ava bikin.











