🔴Berdevkê PJAK’ê Rêbwar Awdanan destnîşan kir ku çareserî ne tenê di navbera şer û lihevkirina hêzên derve de ye; vîna civakê û rêxistinên şoreşger dikare di kêliyên krîtîk de hemû hevsengiyên siyasî serûbin bike.
NÛPEL – Berdevk û Endamê Meclîsa Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêbwar Awdanan, têkildarî geşedanên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê medya civakî (X) peyamek girîng parve kir.
‘Nêrîna di Navbera Şer û Lihevkirinê de Şaş e’
Awdanan di peyama xwe de bal kişand ser nîqaşên derbarê pêşeroja rejîma Îranê û hêzên cîhanî de. Awdanan diyar kir ku sînordarkirina çarenûsa herêmê di nava du vebijêrkên weke “şerê çekdarî” an jî “lihevkirina hêzên cîhanî bi rejîmê re”, nêrîneke kêm û “qederparêzane” ye.
Hêza Sêyemîn: Civaka Rêxistinkirî
Berdevkê PJAK’ê destnîşan kir ku li qadê tenê ev her du alî nîn in û vîna gelan weke “Hêza Sêyemîn” pênase kir. Awdanan di vî warî de got:
“Aktorên siyasî û hêza sêyemîn hene. Civak û rêxistinên şoreşger ên pêşeng dikarin bi nêrînên serbixwe û vîna xwe ya azad, di kêliyeke diyarker de dakevin qadan û hemû hevsengiyan biguherînin.”
Banga li Ser Vîna Serbixwe
Rêbwar Awdanan di dawiya peyama xwe de diyar kir ku nabe civak li benda biryarên hêzên derve bimîne û destnîşan kir ku rêxistinên şoreşger xwedî wê potansiyelê ne ku bi stratejiyeke serbixwe destwerdanê di pêvajoyê de bikin û qedera gelan bi destê wan diyar bikin.










