🔴QAMIŞLO (Nûpel) – Kongreya Îslama Demokratîk, bi armanca nîqaşkirina bingeha civaka demokratîk û cudahiya navbera têgihiştinên olî, li bajarê Qamişlo panelek bi dirûşma “Em ê bi hev re civaka demokratîk û hevgirtî ava bikin” organîze kir.
Panel li Hola Zana hat lidarxistin û tê de nûnerên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Rûspiyan, endamên Kongra Star û melayên mizgeftan amade bûn. Di panelê de sê mijarên sereke hatin nirxandin ku bal dikişandin ser rola ol di civakê de û azadiya jinê.
Îslama Demokratîk û Îslama Desthilatdar
Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk, Şêx Mihemed El Xerzanî, mijara yekemîn a panelê pêşkêş kir. El Xerzanî bal kişand ser cudahiya kûr a di navbera “Îslama desthilatdar” û “Îslama demokratîk” de û wiha got:
“Divê ol û desthilat ji hev dûr bin. Îslama desthilatdar xizmeta berjewendiyên siyasî dike û dibe sedema dagirkeriyê, lê Îslama demokratîk nûnertiya dad û heqîqetê dike.”
Azadiya Jinê û Rastiya Civakî
Di mijara duyemîn de, Hevseroka Kongreyê Evîn El Hecî bi sernavê “Jin di navbera şerîet û rastiyê de” axivî. El Hecî destnîşan kir ku jin bi sedsalan e ji mafên xwe hatine bêparhiştin û tundî li ser wan didome. Wê diyar kir ku azadiya giştî ya civakê, rasterast bi azadiya jinê ve girêdayî ye.
Hevgirtina Civakî û Biratiya Gelan
Mijara dawî ji aliyê endamê Meclisa Rêveber, Şêx Silêman Ehmed Elî ve hat pêşkêşkirin. Elî bal kişand ser modela Îslama Demokratîk wekî bingeha hevgirtina civakî û destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina li fitne û şerên navxweyî, divê pirrengiya etnîkî û neteweyî wekî dewlemendî bê qebûlkirin.
Banga li Dijî Zimanê Nefretê
Di dawiya panelê de beşdaran nîqaşên berfireh kirin. Hat diyarkirin ku pergalên desthilatdar hewl didin bi rêya ol civakê parçe bikin û fitneyê bixin navbera pêkhateyên Sûriyeyê. Di encamê de bang li melayên mizgeftan hat kirin ku di xutbeyên xwe de giranî bidin perwerdehiya civakî, rê li ber provokasyonan bigirin û li dijî zimanê nefretê têkoşînê bimeşînin.
/Çavkanî: ANHA/










