Li Kircewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

AboriNûçe

NÛPEL – Li hin navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê werza çinîna nîsk, ceh û genim dest pê kir. Li gundê Tilhesenê yê navçeya Kircewsê ya Êlihê jî cotkaran dest bi çinîna nîskan kir. Şêniyê gund Nasir Aslan, ê ku bi salan e bi karê çandiniyê re mijûl e, diyar kir ku buhayê nîsk, genim û ceh cotkaran kêfxweş nake.

Li gundê Tilhesenê bi hatina havînê re gundiyan dest bi çinîna zadê xwe kir. Li Êlihê cotkar her sal bi çinîna nîsk, genim, ceh, şolik û nokan re mijûl dibin û îsal jî bi heman awayî dest bi çinîna zad kirine. Lê belê îsal ji ber barîna barana zêde, bereketa nîskan li gorî salên borî kêm e. Salên derbasbûyî, ji ber ku barana zêde li nîskan nedixist, berhem û bereketa wan zêde bû û cotkar bi vê yekê kêfxweş dibûn.

Cotkaran beriya 20-30 salan nîsk, genim, ceh û gelek berhemên din ên zad bi das, tirpan û bi destan diçandin. Di salên dawî de, ji ber ku teknolojî pêş ket, êdî bi bîçerê diçînin. Bi pêşketina teknolojiyê re, êdî zehmetiya karê cotkaran wekî ya salên borî nemaye û zadê ku tînin ser bênderê jî wekî yê berê hilnaweşe.

Ofîsa Berhemên Çandiniyê ya Tirkiyeyê (TMO) buhayê kirîna genim, ceh û nîskan a sala 2026an diyar kiriye; li gorî vê, tona genim 16.500 lîre, ya ceh 12.750-13.000 lîre û ya nîskan jî nêzîkî 60.000 lîreyî ye. Piştî diyarkirina buhayê zad, çavên hemû cotkaran li buhayekî bilindtir e, da ku bikaribin keda salekê ya li ser erdên xwe bi dest bixin.

‘Kar û zirara me hev dernaxe’

Nasir Aslan anî ziman ku berhemdariya nîskan a îsal ji ber barîna barana zêde li gorî salên borî gelekî kêm e û diyar kir ku piraniya wan ji ber ava zêde ji koka xwe ve xerabûne. Aslan bi bîr xist ku karê çandiniyê ji demên berê heta roja me di nava civaka kurd de li ser piyan maye û got ku wan jî salên berê çandinî bi das, tirpan û bi destan wekî palehî kiriye. Aslan wiha axivî:

“Piştî ku teknolojî pêş ket, gelek tişt hatin guhertin. Beriya çend salan zad bi kêrika li pey traktorê dihat çinîn. Me jî bi melêvê diavêt aliyekî da ku traktor pêlê neke. Ev kar di bin germahiya 45 pileyî ya havînê de tê kirin. Piştî ku çinîna nîskan diqede, patozên gerok li nava erd digerin û wan koman dikin ka û nîsk. Ji ber ku germ zû dest pê dike, pale jî serê sibehê bi ezana meleyê re radibin û tên ser erd. Nîsk zû diweşin, loma divê zû bên çinîn. Niha jî êdî nîsk hemû gihîştine.”

Aslan behsa raboriyê kir û got:

“Berê dema ku kesekî dest bi çinîna zad bikira, hemû gundiyan gazî hev dikirin. Piştî palehiya nîskan, ya ceh û piştî wê jî ya genim dihat kirin. Çinîna van hemûyan berê bi dasê bû. Piştî çinînê, melûkvanan tiştên ku dihatin çinîn hemû didan hev û dikirin komik. Piştre paleyan ew hemû bi şixreyê didan hev û dibirin ser bênderan. Êdî ew hemû di bin lingên sewalan de dihatin gerandin. Dûre hemû bi melêvê li ba dikirin, zad û ka ji hev cuda dikirin. Piştî van karan patoz derketin. Ew jî bi qesnaxê ve girêdayî bûn û li hev dizîvirîn; zad û sapê wî ji hev qetandibûn. Ka diçû pêşiya patozê û zad jî di binî de dima; me dixist teşt û tenekeyan û ji wir jî me dibir valayî romorka traktorê dikir.”

Aslan anî ziman ku êdî karê cotkariyê ne wekî salên berê ye û bîçerên bi patoz derketine. Wî da zanîn ku erdên rast û mexer bi bîçerê xweş tên çinîn û wiha domand:

“Bi wî awayî karê cotkariyê bi hêsanî tê kirin. Lê niha, em keda karê xwe nastînin. Ew jî ji ber ku mazot biha bûye. Êdî li Tirkiyeyê aborî nemaye; polîtîkayên hikûmeta niha yên derbarê çandinî û cotkariyê de bi dawî bûne. Mixabin ev yek bandorê li jiyana gundî û bajarvaniyan jî dike. Niha li dewletên biyanî şer tê kirin, lê li Tirkiyeyê mazot biha dibe. Li dewletên ku şer lê heye mazot erzan e. Mînak, wekî li Ûkraynayê şer berdewam dike, lê em ceh û genim ji wir dikirin. Em gelek caran ji bo pez diçin ofîsê ceh bikirin, em dibînin ku hemû yê Ûkraynayê ye. Mixabin em dibêjin erdên me hene, lê em nikarin erdên xwe biçînin. Niha mesrefên traktor, karkeran, mazotê û xebata patozê gelek in. Ev hemû mesref in; dema em hesabê xwe dikin, kar û zirara me hev dernaxe. Dema ku cotkarî û çandinî tune be, dê aboriya hikûmetê jî hilvêşe. Em dixwazin di aliyê çandinî û aboriyê de pergalek baş bê avakirin da ku gundî jî nefesekê bistînin.”

‘Piraniya nîskan ji barana zêde xerabûne’

Nasir Aslan da zanîn ku herêma Kercewsê, Mîdyadê û hin aliyên Êlihê bi nîskên xwe yên sor tên nasîn û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Ev nîsk li Kurdistan û Tirkiyeyê di rêza yekemîn de ne. Diviyabû me di 15ê Gulanê de nîsk biçiniyana. Lê piraniya nîskan ji ber barana zêde xerabûn. Ceh û genim zêde xesar nedîtin; vê barana zêde bêhtir simbilên wan tije kirin. Niha hê tam dest bi çinîna ceh û genim nekirine, ew jî heta deh rojên din dê bên çinîn. Ji ber ku îsal barîn zêde bû, nîskan xesar dît. Piraniya wan ji ber ava zêde ji koka xwe ve rizîbûn û xerabûbûn. Dema ku xerab dibin, berhemdariya wan jî kêm dibe. Diyarkirina buhayê wan jî TMO bixwe dike. Buhayê tona nîskan dibêjin 60 hezar lîre ye, ya genim 16 hezar lîre ye û ya ceh jî 12.750-13.000 lîre ye. Lê ev cotkaran kêfxweş nake. Em nîskên xwe nadin odeya ziraatê, em didin elafan. Li herêmê elaf hene, bi qamyonan tên, dikirin û dibin. Ew jî li gorî paqijiya nîskan e; dema gihayên biyanî di nav de hebin buhayê wan kêm dibe, dema ku paqij bin buhayê wan bilind dibe.”

Çavkanî: AW

Van jî bibîne

 

Hevseroka MAF-DAD’ê: Ji bo çareseriyê çarçoveyeke qanûnî ya berfireh şert e
Donald Trump ragihand: Serokê çeteya Tren de Araguayê hat kuştin

Nûçeyên Sereke