Di van demên dawiyê de Çîn bûye navenda hevdîtinan. Di 14’ê gulanê de Donald Trump serdana Çînê kir, piştî Trump bi çend rojan Vladîmîr Pûtîn Çû Çînê. Piştî van hevdîtinên li Pekînê, niha tê çaverêkirin ku serokê Çînê Xi Jinping serdana Koreya Bakur bike. Li aliyekî din, piştî van hevdîtinên dawiyê yên li Çînê, danûstandina bi Taywanê re ketiye rojevê.
Di van demên dawî de Çîn bûye cihê hevdîtinan.
14’ê gulanê serokê Amerîkayê Donald Trump serdana Çînê kir.
Di hevdîtinên Donald Trump û serokê Çînê Xi Jinping de, mijarên ku hatin nîqaşkirin aborî û şerê li Îran bûn.
19’ê gulanê jî serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn çû Çînê û hevdîtin bi serokê Çînê Xi Jinping re pêk anî.
Di hevdîtinên Vladîmîr Pûtîn û Xi Jinping de, ji bo xurtkirina mekanîzmayên hevkariyê û zêdekirina têkiliya di navbera hêzên xwe yên çekdar de li ser van xalan li hev kirin:
“Xurtikirina têkiliyan.
Kûrkirina baweriya hevbeş di warê leşkerî de.
Başkirina mekanîzmayên hevkariyê.
Berfirehkirina çarçoveya tetbîqatên hevbeş.
Zêdekirina hevrêzî û têkiliyên di astên dualî û piralî de.
Bersivdana dijwarî, gefên curbecur û parastina ewlehî û aramiya herêmî û cîhanî.”
Niha jî tê çaverêkirin ku serokê Çînê Xi Jinping serdana Koreya Bakur bike.
Duh ajansa nûçeyan a Yonhap a Koreya Başûr li ser navê rayedarekî payebilind ê hikûmetê diyar kir ku dibe ku serokê Çînê Xi Jinping hefteya bê serdana Koreya Bakur bike.
Li aliyekî din, piştî van hevdîtinan, danûstandina bi Taywanê re ket rojevê.
Duh serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê di demeke nêzîk de bi serokê Taywanê William Lai re biaxive.
Trump: Ez ê bi serokê Taywanê re biaxivim
Dema ku rojnamevanan ji Trump pirsîn ka gelo ew ê têkiliyê bi William Lai re bike, Trump wiha bersiv da:
“Belê, ez ê bi wî re biaxivim.
Ez bi her kesî re diaxivim.”
Her çend demeke destnîşankirî ji bo axaftinê nehat diyarkirin.
Trump berê gotibû ku ew ê digel “her kesê ku Taywanê bi rê ve dibe” biaxive, bê ku diyar bike ka mebesta wî kî ye.
Ev axaftina Trump di demekê de tê ku rêveberiya wî difikire ka gelo ew ê bi peymana çekan a 14 milyar dolarî bi Taywanê re berdewam bike.
Bi taybetî ku ev peyman ji aliyê Çînê ve rexne lê hatiye kirin.
Ji sala 1979`an û vir ve, ji dema ku Amerîka naskirina dîplomatîk ji Taipei guhert bo Pekînê, têkiliya rasterast di navbera Amerîka û Taywanê de hema hema tune ye.
Her gaveke Trump a ji bo axaftina bi Lai re dê Pekînê hêrs bike, ji ber dibêje ku Taywan axa Çînê ye.
Herî dawiyê Rojnameya Financial Times ragihand ku Çîn serdana pêşniyarkirî ya Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê ji bo Siyasetê E bridge Colby bo Pekînê asteng dike.
Ev yek jî di demekê de tê ku zext li ser Serokê Amerîkayê Donald Trump tê kirin derbarê peymana çekan a 14 milyar dolarî ya bi Taywanê re.
Wezareta Derve ya Taywanê îro ragihand ku Serokkomar Lay çîn di dê kêfxweş be ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re biaxive.
Lai Ching Te: Trump ji bo firotina çekan ti soz nedaye Çînê
Beriya niha jî Piştî gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump a pêşniyara firotina çekan bo Taywanê, serokê Taywanê Lai Ching-te ragihand ku ti kes nikare biryarê li ser pêşeroja wan, weke girava demokratîk, bide.
Her wiha got ku Trump, der barê firotina çekan a ji bo giravê de, ti soz nedaye Çînê jî.
/Çawkani:nucetv.net/










