NÛPEL – Nazim Hikmet, herî zêde wekî şairekî komunîst tê naskirin. Di rastiyê de gelek aliyên vî şairî hene. Gelek salan li welatê xwe û bi zimanê xwe hat qedexekirin û wekî “xayînê welat” hat nîşandan. Di çav û zimanê desthilatdaran de, komunîstiya wî ji şairiya wî derbas bibû. Tiştekî seyr e ku —li dijî îdîaya desthilatdaran— komunîstiya wî hostatî û kûrayiyeke mezin da şairiya wî. Hesreta Nazim a ji bo komunîzmê, di helbestên wî de mezin bû û êdî ew bû şairekî cîhanê.
Ji ber ramanên xwe yên komunîst û endamtiya wî ya di Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) ya qedexekirî de, gelek caran hat girtin û beşekî mezin ê jiyana xwe di girtîgehê de an jî di sirgûnê de derbas kir. Li Tirkiyeyê di 11 dozên cuda de hat darizandin; li girtîgehên Stenbol, Enqere, Çankiri û Bursayê zêdetirî 12 salan girtî ma. Di salên ku berhemên wî qedexekirî bûn de, navên wekî Orhan Selim, Ahmet Oguz, Mumtaz Osman û Ercument Er bi kar anîn. Piştî ku di sala 1951’ê de ji Tirkiyeyê derket, ji hemwelatiya Komara Tirkiyeyê hat derxistin; ev biryar 46 sal piştî mirina wî, di 5’ê Rêbendana 2009’an de hat betalkirin.
Antonio Gramsci ku yek ji endamên damezrîner ên Partiya Komunîst a Îtalyayê bû û demekê rêbertiya wê kiribû, rexnegirekî tund ê Benito Mussolini û faşîzmê bû. Ji ber vê helwesta xwe, di sala 1926’an de hat girtin û heta mirina xwe ya sala 1937’an di girtîgehê de ma. Di dema darizandinê de dozgerê Gramsci ji bo wî gotibû: “Divê em 20 salan rê li ber xebata vî mejî bigirin.” Gramsci wekî yek ji ramyarên sereke yên Marksîzma Rojava û yek ji teorîsyenên herî girîng ên sedsala 20’an tê qebûlkirin. Gramsci dema di girtîgehê de bû, zêdetirî 30 defteran û bi giştî 3000 rûpel nivîsên dîrokî û analîzî nivîsîn. Ev nivîs wekî Defterên Girtîgehê hatin binavkirin.
Sedema ku ez behsa Gramsci dikim ev e: Di serdemekê de ku gelek komunîst û rewşenbîrên wekî Nazim dixwestin bên bêdengkirin, girtîgeh berevajî vê yekê veguherîn dibistaneke rewşenbîran. Ramanên van mirovên xwedî mejiyê mezin jî mezin bûn. Nizanim rewşa burokrasî û burokratên îro ya li ser van axan nîşan dide yan na, lê ez ê ne behsa helbestekê, behsa şanoyeke Nazim Hikmet bikim: “Gelo Îvan Îvanovîç Hebû yan Tunebû?” Kurteya vê şanoyê wiha ye:
“Petrof ku li bajarokekî Sovyetê rêveberê payebilind e, kesekî wusa ye ku bi karkerên xwe re wekî dost tevdigere, bêyî ku li benda formalîteyan bisekine karên wan dimeşîne û ‘ji kaxizan bêhtir bawerî bi mirovan tîne’. Dijminê wî Îvan Îvanovîç, li ser xirabiya herî mezin a ku dikare li Petrof bike difikire. Petrof rojekê tê buroya xwe û dibîne ku dîwar bi portreyên wî hatine girtin û şaş dimîne.
Îvan Îvanovîç hewl dide Petrof qanî bike û jê re dibêje ku kesekî girîng û hezkirî yê wekî wî, divê li ser mirovan otorîteyê ava bike û rêzê bide hîskirin. Portreyên li ser dîwêr gava yekem in. Di hewildanên Îvan Îvanovîç ên ji bo ‘burokratkirina’ Petrof de, kesên oportunîst û dalkawuk (wekî Hasirşapkali/Bi-kumê-kayê) jî bi hemû hunerên xwe tevlî dibin. Tenê kesek li dijî vê guherîna Petrof derdikeve, ew jî Kasketlî (Bi-kasket) ye ku sembola hemwelatiyê asayî yê Sovyetê ye.
Kasketlî ku ramanên xwe bê tirs dibêje û tenê rastiyê tîne ziman, hewl dide Petrof hişyar bike; ji ber vê yekê bi Îvan Îvanovîç û Hasırşapkalı re dikeve nav pevçûnê. Tevî hemû hişyariyên Kasketlî, serê Petrof ji ber bilindahiya meqamê wî dizivire. Petrof her ku xwe bi pesnê derdorê girîng dibîne, ewqas dibe lîstika destê wan û dibe kesekî pêkenok. Di dema pêşbirka avjeniyê de em lûtkeya guherîna Petrof dibînin. Îvan Îvanovîç çareseriyekê dibîne: Hewz bi perdeyeke darîn dibe du parçe da ku Petrof zikê xwe yê tazî nîşanî gel nede.
Petrof bi banga navendê diçe bajêr û li wir wekî hemwelatiyekî asayî neçar dimîne ku li tramwayê siwar bibe û bikeve dora qeydkirinê. Vegera nav gel û tamkirina jiyana ku ji bîr kiribû, dibe sedem ku çavên Petrof vebin û vegere ser nasnameya xwe ya rastîn. Êdî karê herî girîng ji bo Petrof, vegera bajarok û ji holê rakirina Îvan Îvanovîç e.”
Nazım Hikmet di vê lîstikê de karakter kirine tîpên sembolîk. Îvan Îvanovîç tîpekî wusa ye ku mirovan baş nas dike, aliyên wan ên qels bi kar tîne û bi rûyekî dostane xirabiyê dike; ew ‘Mefîstoyekî’ (şeytanekî) pergala sosyalîst e. Di rastiyê de Îvan Îvanovîç rasterast xirabiyê nake, ew tenê hestên mezinbûnê û kompleksên mirovan derdixe pêş. Ew ‘şeytanê’ di hundirê mirov de ye. Bûyîna lîstika destê vî şeytanî, di destê me de ye.
Gelo îro di serê burokratên van axan de ramaneke wiha derbas dibe: “Gelo rojekê ez ê jî neçar bim wekî gel bijîm?” Ez zêde bawer nakim.
Bulent Tekin










