AMED (Nûpel) – Dibêjin nankorî, hestê herî nizim ê dinyayê ye. Di her qada jiyanê de wusa ye, lê di sektora futbolê de ev hest hîn bêtir li rûyê meriv dixe. Her kesê ku bajarê Amedê û gelê wê nas dike, dizane ku bingeha vê nasnameyê li ser rastgo û durustiyê hatî avakirin. Ew hestiyariya ku bi peyvan nayê pênasekirin, di bin banê Amedsporê de dibe daxwazeke mezin a azadî û hebûnê. Ruhê Kurdbûnê, samîmiyet û dilsoziya li vir, di ser her tiştî re ye.
Lê mixabin, em di nav vê tabloya bedew de rastî pirsgirêkên rêveberiyê û kêmasiyên teknîkî yên giran tên.
Mîmarên Rastîn û Biryarên Şaş
Rêveberiya klûbê di hefteyên dawî de bi biryarên xwe yên nîqaşbar derket pêş. Servet Çetin, ku di dilê alîgiran de cîhekî taybet girtibû, ji aliyê rêveberiya berê ve hat şandin. Sinan Kaloglu, bi awayekî ku qet li rûmeta sporê nedihat (bi lêdanê) ji tîmê hat dûrxistin. Poko, di nîvê lîgê de ji tîmê hat qutkirin. Ev hemû encamên nêzîkatiyên rêveberiyeke ku qedrê keda li ser qadê nizane ne.
Gava em li encaman binêrin, em dibînin ku rastî li kuderê ye: Tîmên di bin rêveberiya Servet Çetin û Sinan Kaloglu de (Sariyer û Pendikspor), di du hefteyên dawî de li hemberî reqîbê rasterast ê Amedsporê bi rûmet têkoşiyan û têk neçûn. Vê durustiya wan a pîşeyî, rê li ber şampiyoniyê hêsan kir.
Fîyaskoya li ser Qadê û Êşkenceya Futbolê
Lê dema em li hundurê tîmê dinêrin, tablo hîn xirabtir dibe. Ji derveyî Erce, Saba, Gyan û Diagne, lîstikvanên din bi tevahî fîyasko ne. Di demên herî krîtîk de dest û lingên wan ketin hev. Maçên Sakarya, Esenler Erok, Bandirma, Bodrum û herî dawî maça Iğdırsporê nîşan da ku futbola ku Amedsporê lîstiye, di lîgên amator de jî nayê lîstin. Ev ne profesyonelî ye!
Bila kes xwe û alîgirên Amedsporê nexapîne; di 5 hefteyên dawî de Amedspor di tu pêşbirkê de bi ser neket. Ev daneyeke rût û tal e. Heke rêveberî û tîm bi van rastiyan re rû bi rû neyên, sala bê dê Amedspor bibe pêkenoka ser devan. Divê rêveberiya Amedsporê teqez hesabê vê êşkenceya ku bi futbolhezên Kurd da kişandin, bide.
Ji Efsaneya Mûzir Heta Rastiya Amedsporê
Di efsaneya Mûziro (Munzur Baba) de, Mûzir şivanê Axa ye. Ji ber durustiya Mûzir, dema Axayê wî ji hecê vedigere, gel diçe pêşiya wî da ku destê wî maç bikin. Lê Axa dibêje: “Yê ku destê wî bê maçkirin ne ez im, Mûzir bi xwe ye…” Heman rîvayet ji bo pîrozgeha Tilelo yê Amedê jî derbasdar e. Çîroka Amedsporê ya îro, tam dişibe çîroka Mûzir û Elo. Di vê tabloya şampiyoniyê de, yê ku bê pîrozkirin ne rêveberiya Amedsporê û ne jî lîstikvanên wê yên bêruh in. Kesên ku heqê wan pîrozkirin û maçkirina destan e, alîgirên kedkarên Amedsporê, Servet Çetin û Sinan Kaloglu bi xwe ne! Ji dilê min nayê ez bi vê rêveberiyê û bi vê lîstika fîyasko, Amedsporê pîroz bikim. Ez wan mîmarên birûmet pîroz dikim ku bi ked û wîjdana xwe, rêya vê şampiyoniyê vekirin û Amedspor bû şampiyon!









