1 ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê Pîroz be.
Yek’ê Gulanê îsal jî di nava rewşeke aborî ya dijwar, enflasyona bilind, bêkariya mezin û pirsgirêkên kedê de tê pîrozkirin.
Li gelek deverê Cîhanê, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Xwedayê Teala di derbarê kardêrê ku rêzê li mafên karmendên xwe nagire, texsîr dike û tevahiya mûçeyê nade û neheqî ji pereyan distîne de wiha gotiye: Şerm li wan kesên ku di giranî û pîvanan de dixapînin! (Mutaffîfîn 1)
Ev ayet ne tenê li ser pîvandinê ye, lê bi giştî li ser her cure xapandin, kêmdayîn û neheqiya di danûstandinên aborî de ye. Berî ku xwêdana karker ziha bibe, heqê wî/wê bide! (hedîs) Dîktatorên mîna Fraun ên ku li ser keda gel serdest in, kardêrên mîna Fraun û bazirganên olî yên ku piştgiriyê didin wan, bê guman dê di roja ku terazû were danîn de bedelên giran bidin.
Li Kurdistanê, 1’ê Gûlanê ne tenê roja karkeran e; ew bûye sembola têkoşîna dualî;hem li dijî îstîsmara aborî û kedê, hem jî li dijî bindestiya neteweyî û zordestiya siyasîyê. 1’ê Gûlanê Pîroz be!
Bijî ked, edalet û azadî!
*
/ Serokê Giştî: PÎK- Partiya Îslamiya Kurdistan/









