AMED (Nûpel) – Li Amedê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê ya Cîhanê, karkeran bi coşeke mezin dest bi pîrozbahiyan kir. Kedkarên ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin civiyan, bi govend û dirûşman daxwazên xwe anîn ziman.
Bi Govend û Muzîkê Dest Pê Kir
Bi banga Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê, bi sedan karker û kedkar saetên sibê de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev civiyan. Di pîrozbahiyê de dengê dehl û zirneyê bilind bû û karkeran bi girtina govendê 1’ê Gulanê pîroz kirin.
Dirûşmên Yekîtiyê Bilind Bûn
Di dema çalakiyê de qada şaredariyê bi dirûşmên karkeran deng veda. Kedkarên ku rengên xwe û daxwazên xwe yên ji bo jiyaneke birûmet nîşan dan, bi yek dengî dirûşmên:
“Bijî 1’ê Gulanê!”
“Yaşasın 1 Mayıs!” berz kirin.
Coş Ber bi Qada Mîtîngê ve Didome
Pîrozbahiya 1’ê Gulanê dê sibê saet di 13:00 de li qada Îstasyonê bi awayekî girseyî bê pîrozkirin.











