AMED (Nûpel) – Di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a TFF’ê de heyecana play-off’ê gihişt lûtkeyê. Tîmên Kurdistanê Mardinspor û Muşspor bi serkeftineke mezin derketin fînalê. Niha hemû bal kişaye ser biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ka dê maç li ku derê were lîstin.
Rê ber bi Lîga 1’emîn ve
Di maçên nîv-fînalê de Mardinsporê tîma Kahramanmaraş İstiklalsporê, Muşsporê jî Aliaga FK’yê ji pêşbirkan derxistin û navê xwe di fînalê de dan nivîsandin. Tîma ku di vê fînala dîrokî de bi ser bikeve, dê rasterast derkeve Lîga 1’emîn a TFF’ê.
Daxwaza Hevbeş: Stadyuma Amedê
Beriya maçê, Serokê Mardinsporê Ridvan Aşar daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ew dixwazin tîmên herêmê di lîgên jor de cih bigirin. Aşar ragihandibû ku wan bi Serokê Muşsporê re li ser mijarê axivîne û wiha gotibû:
”Hêviya me ew e ku du tîmên cîran di fînalê de bên pêşberî hev. Ger Mardinspor û Muşspor derkevin fînalê, em ê serî li TFF’ê bidin da ku maç li Stadyuma Amedê were lîstin. Ev yek dê ji bo biratiya futbolê û atmosfera herêmê bibe gaveke pir bi wate.”
Biryara TFF’ê Tê Payîn
Piştî ku her du tîm derketin fînalê, niha çav li daxuyaniya TFF’ê ne. Tê payîn ku di rojên pêş de cih û dîroka fermî ya fînalê ji aliyê federasyonê ve were eşkere kirin. Alîgirên her du tîman bi kelecan li benda biryara “Amedê”ê ne.










