🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Di çarçoveya lêpirsîna windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Doku de, ku ji 5ê Çileya 2020an vir ve agahî jê nayê girtin, biryareke nû hat girtin. Parêzgarê wê demê yê Dersîmê Tuncay Sonel, li bajarê Xarpêtê hat binçavkirin.
Agahiyên Derbarê Bûyerê
Gulistan Doku, dema ku li Zanîngeha Mûzirî xwendekar bû winda bû û tevî hemû hewildanan heta niha şopeke wê nehatiye dîtin. Malbata Doku û parêzerên wan di her derfetê de bal kişandin ser kêmasiyên di lêpirsînê de û destnîşan kirin ku di serdema Tuncay Sonel de gelek delîl nehatine berhevkirin an jî ser wan hatiye girtin.
Binçavkirina li Xarpêtê
Tuncay Sonel ku di dema windakirina Doku de wekî Parêzgarê Dersîmê wezîfedar bû, îro li bajarê Xarpêtê di encama operasyonekê de hat binçavkirin. Tê payîn ku Sonel di çarçoveya îdiayên “îhmalkariya di wezîfeyê de” û “bandorkirina li ser lêpirsînê” de were pirsînkirin.









