Rojava: 232 dîlgirtiyên din hatin berdan

Nûçe
Koma çaremîn a dîlgirtiyên li gel hikûmeta demkî ya Sûriyeyê gihîşt Hesekê, ji hêla malbatan û gel ve hatin pêşwazîkirin.

Di çarçoveya peymana 29ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de koma çaremîn a dîlgirtiyên li gel hikûmeta demkî bûn ku ji 232 dîlan pêk tê, hatin berdan. Dîlgirtî li gel Çerxerêya Sebax a bajarê Hesekê bi coş û moraleke mezin ji hêla malbatan, gel û fermandarên Asasyîşê ve hatin pêşwazîkirin.

Koma yekemîn di 10ê adara 2026an de ku ji 100 kesî pêk dihat, koma duyemîn di 19ê adarê de ku ji 300 kesî pêk dihat û koma sêyemîn jî di 11ê nîsanê de ku ji 400 kesî pêk dihat hatin berdan.

/Ajansa Welat/

Van jî bibîne

 

15’ê Gulanê bi Meş, Panel û Şanoyê Tê Pîrozkirin
Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7’an hat taloqkirin

Nûçeyên Sereke