Malbatên dîlgirtiyan li Dêriyê Sînor ê Nisêbînê xwepêşandanek Ii dar xist

CîhanNûçe

🔴Malbat û hevalên dîlgirtiyan li pêşiya deriyê sînor ê Nisêbînê çalakiyek li dar xist, piştre berê xwe da avahiya PYD’ê û bi nûnerên Desteya Siyasî ya Parêzgeha Hesekê re civiyan.

Malbat û hevalên şervanên QSD’ê yên ji aliyê hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve dîl hatine girtin, îro li pêşiya deriyê sînor ê Nisêbînê çalakiyek li dar xist. Malbat û hevrêyên girtiyan dirûşmên “Em dîlgirtiyên xwe dixwazin”, “Em lehengên xwe dixwazin”, “Deriyên girtîgehan bişikînin û dîlgirtiyên me serbest berdin”, “Bijî berxwedana dîlgirtiyan” berz kirin. Her wiha pankartên “Ez xalê xwe yê dîlgirtî dixwazim”, “Ez kurê xwe dixwazim” û “Em heya dawiyê bi dîlgirtiyan re ne” hatin vekirin.

Malbat û hevrêyên dîlgirtiyan piştre berê xwe da avahiya PYD’ê ya li xeta Hîzamê ya Qamişloyê ku li wir civînek di navbera nûnerên PYD’ê û şandeya Nivîsgeha Siyasî ya Parêzgeha Hesekê de dihat lidarxistin.

Xwepêşandêran li pêşiya avahiya PYD’ê dirûşmên “Tavilê dîlgirtiyan berdin” û “Bêyî dîlgirtiyan lihevkirin nabe” berz kirin.
Piştre 5 nûner bi navê malbatên dîlgirtiyan bi şandeya desteyê ya bi serokatiya Hesen Ebas re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, malbatên dîlgirtiyan diyar kir ku şandeyê soz da ku dê di nava hefteyekê de tevahî dîlgirtî werin berdan û got dosyaya dîlgirtiyan ne mijara dan û standinan e. Her wiha îşaret pê kir ku nûnerên şandeyê destnîşan kiriye ku dosyaya dîlgirtiyan rojeveke sereke ye.

/Jêder: ANF/

Van jî bibîne

 

Mîrateya Dîrokî li Ber Windabûnê Ye: Medreseya Feqiyê Teyran Banga Alîkariyê Dike
Doza li dijî Partiya Komunîst a Kurdistanê: Em navê Kurdistanê naguherînin

Nûçeyên Sereke