NÛPEL – Guhertina navên cografîk û tirkîkirina wan, ne tenê guhertina navan e; di heman demê de hewldanek ji bo qutkirina têkiliya gel a bi dîrok û bîra wî ya mekanî re ye. Di vê nivîsê de, em ê li ser koka çend navên sereke yên herêmê bisekinin û rastiya wan a zimannasî derxin holê.
1. Dersîm: Derê Zîvîn (Gümüş Kapı)
Navê Dersîmê, ji aliyê etîmolojîk ve ji du kokên sereke pêk tê:
Der: Di zimanên aryanî û kurdî de tê wateya “derî”, “hêl” an jî “herêm”.
Sîm: Di kurdî û farsî de tê wateya “zîv” (gümüş).
Encam: Dersîm bi wateya “Deriyê Zîvîn” an jî “Herêma Zîvîn” tê nasîn. Ev nav hem dewlemendiya herêmê ya bin erdê û hem jî bedewiya wê ya xwezayî ya “wekî zîv dibiriqe” tîne ziman.
2. Mûzir (Munzur): Hunera Kedê
Navê ku îro di tirkî de wekî “Munzur” tê bilêvkirin, di eslê xwe de Mûzir e. Ev peyv di nav gel de û di koka zimannasiyê de xwedî wateyên kûr e:
Wate: Mûzir tê wateya kesê çalak, jêhatî, karker û carinan jî ji bo zarokên zîrek/jîr tê bikaranîn.
Mîtolojî: Di baweriya herêmê de, Mûzir şivanekî kedkar û xwedî keramet e. Tirkîkirina vî navî wekî “Munzur Baba”, cewherê çalak û kedkar ê vî navî di nava qalibên olî yên statîk de vedişêre.
3. Dûzgin (Düzgün Baba): Ji Ziguratan heta Lûtkeyan
Navê Dûzgin, mînakeke herî balkêş a gihandina çanda mîtolojîk a Mezopotamyayê ye. Her çend di nav gel de çîroka Şivan Heyder hebe jî, etîmolojiya navê wî koka xwe ji dîrokê digire:
Du/Dû: Di kurdî û zimanên hindo-ewropî de hejmara “du” (2) ye.
Gir/Girr: Tê wateya “mezin”, “bilind”, “çiya” an jî “gir”.
Zigurat: Têkiliya vê peyvê bi navên kevnar ên wekî Du-Gir re heye ku behsa cihên bilind û pîroz dike. Zig û Zag, di wateya çiya ango pênasekirina şiklên erdnîgarî yên bilind de ne. Zigûrat, Zagirat, Zêgirat peyveke koka xwe ji bilindiyê digire. Di nav de him Zag heye him Gir. Weke mînak: Navê Zigûrat, Zagirat, Zagros, Zagir, Zêgir û her wiha Duzag, Dûzag, Dûzagi, Dûzgi, Dûzagir, Dûgir, Dizagir, Dûzgin, Duzgun û herî dawî Düzgün.
Rastî: Dûzgin, ne tenê navê kesekî ye; îfadeya “Du Çiyayên Bilind/Pîroz” e. Ev nav bi temamî di nava sîstema zimannasiya kurdî ya Dersîmê de rûniştî ye ku weke Dûzgin tê pênasekirin.
4. Newala Seyxanû (Kutu Deresi)
Geliyê ku îro bi navê “Kutu Deresi” tê nasîn, di rastiya xwe ya dîrokî de Newala Seyxanû ye. Analîza vê navî wiha ye:
Sey/Key: Ev her du peyv jî di kurdiya kevn û nû de ji bo “serok”, “şah”, “pêşeng” û “kral” têne bikaranîn (Mînak: Key Xusrew, Sey Rîza).
Xan/Xanû: Tê wateya “xan”, “mal”, “qonax” an jî cihê niştecihbûnê.
Wateya Giştî: Sey Xanû tê wateya “Qonaxa Şah” an jî “Warê Serok”. Guhertina vî navî ya wekî “Kutu Deresi”, ne tenê nav guhertiye, di heman demê de rûmeta siyasî û dîrokî ya vî geliyî jî binax kiriye.
Wekî ku di van mînakan de tê dîtin, navên li herêma Dersîmê ne tesadufî ne. Her navek; nîşaneya dîrokê, mîtolojiyê û avahiya civakî ya kurdî ye. Tirkîkirina van navan, hewldana tunekirina nasnameya erdnîgariyê ye. Lê vegerandina ser koka erdnîgariyê, ronîkirina rastiya vî welatî ye.
Mordem Zel










