Texrîbata ekolojiyê yên li Kurdistanê didomin

NûçeXweza

🔴Xwezaya Kurdistanê, ev salên dirêj in ku di bin dorpêça “ewlehî û rantê” de rûbirûyê talanê tê. Hinek herêm bi qetlîama daran tên hedefgirtin, hinek herêm di bin ava bendavan de tên hiştin, hinek herêm jî bi projeyên Santrala Hîdroelektrîkê (HES), Santrala Enerjiya Rojê (GES) û Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ji bo şîrketan re tên firotin.

Erdnîgariya Kurdistanê, bi salan e di çarçoveya polîtîkayên dewletê de ji aliyê şîrketên rantxwir ve tê talankirin.

Qadên jiyanê yên gel bi projeyên wêranker ên wekî HES, GES, JES û madenan pêşkêşî şîrketan tên kirin.

Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

Lê belê li dijî vê qirkirina xwezayê, li gelek herêman berxwedaneke mezin derdikeve pêş.

Mînakên herî şênber ên vê têkoşînê, niha li navçeya Gimgimê ya Mûşê û navçeya Pilûrê ya Dêrsimê bi nobetên jiyanê tên hûnandin.

Li Gimgimê, li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tevî metirsiya erdhejê tê xwestin li ser xeta fayê bê çêkirin, berxwedana gel veguherî nobeda konvedanê.

Berî 3 mehan têkoşîna ku dest pê kir veguherî nobeda konan

Têkoşîna ku welatiyan di mehên zivistanê de dabû destpêkirin, di mehên biharê de veguherî nobeda konan û gihîşt qonaxeke nû.

Welatiyên ku berê xwe dane çiyayên bi berf, pişta xwe dane nava şinahiyê, li kêleka darên berûyê û xwe sipartine Gireboa ku cihê pîroz ê welatiyên Elewî yên li herêmê ye, ji bo xweza, bawerî û nasnameya xwe di nobeda jiyanê de ne.

Di nobeda konan de ya ku bi înîsiyatîfa Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê dest pê kir, di qonaxa yekem de tenê 16 gundên ku rasterast ji projeyê bandor dibûn beşdar bûn.

Lê her ku 20’ê Gulanê, roja sondajê ya ji bo projeyê hatibû diyarkirin, nêzîk bû, gundên din ên Gimgimê jî dest bi tevlibûna nobedê kirin.

Jin, ciwan û zarok di nobedê de ne

Ji roja yekem heta roja dawî jin, ciwan, zarok, bi kurtasî hemû gelê Gimgimê ji bo azadkirina xwezaya xwe têkoşînê berdewam dikin.

Li qada nobedê dengbêj bi stranên xwe, ciwan bi coşa xwe û jin jî peywendiya ku bi xwezayê re çêkirine li qada berxwedanê ne.

Li Dêrsîmê “nobeda xweza û jiyanê”

Li gundê Havaçorê yê navçeya Pulurê ya Dêrsîmê jî, “Nobeda xweza û jiyanê” ku ji aliyê Komeleya Gundê Havaçorê ve bi armanca parastina xwezayê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 12’emîn de bi tevlîbûneke girseyî berdewam dike.

Ev çalakiya ku li dijî birîna zêde û firotina giyayên wekî rêwas, çiriş, sîrim, kavkivîlk, çatirî, kereng, simaqê û li dijî talankirina xwezayê hatiye destpêkirin, dê nêzî mehekê bidome.

Li Newala Havaçorê ku kon lê hatine vedan, nûnerên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û aktîvîstên hawirdorê jî her roj serdana çalakiyê dikin û piştgiriyê didinê.

Li Çewlîgê birîna daran berdewam dike

Birîna daran a ku di sala 2023an de li gundê Cafran ê girêdayî navenda Çewlîgê dest pê kiribû, berdewam dike.

Tevî nerazîbûna gundiyan jî, birîna daran berdewam dike û hat hînbûn ku qada birîna daran dê were berfirehkirin.

Muxtarê gund Cengîz Kişin daxwaznameyek pêşkêşî Mudûriyeta Daristanan a Çewlîgê kir û xwest ku birîna daran were rawestandin û diyar kir ku eger neyê rawestandin ew ê li dijî vê yekê giliyê sûc bike.

Li çiyayê Dorşînê darbirîn didome

Li gundê Eskar ê navçeya Pasûrê ya Amedê ku li qintarê Çiyayê Dorşînê ye, darbirîn didome.

Têketin û derketina herêmê bi îdiaya “ewlehiyê” hatiye qedexekirin.

Darên li vir tên birîn bi kamyonan ber bi Amedê ve tên veguhastin.

Hat hînkirin ku dê qadên daristanî yên li gund hemû bên birîn û rewşa darbirînê ya li gund bi wêneyên berê û nû re derket holê.

Li Rubarokê ji aliyê cerdevanên gund ve dar tên birîn

Li navçeya Rubarokê ku li başûrê rojhilatê Colemêrgê ye, bi çiyayên xwe yên bilind, nebatên dewlemend, geliyan û jîngehên xwezayî wekî yek ji navendên ekolojîk ên herî girîng ên herêmê derdikeve pêş.

Navçe ku di her çar demsalan de bi dewlemendiyên xwe yên xwezayî balê dikişîne, niha li gundê wê Xoşnavê bi hinceta xebatên madenê, ji aliyê cerdevanên gund ve dar tên birîn.

Heta niha bi sedan dar hatine birîn. Herêma daristanî ku darên berû yên sedsalan lê tên birîn, tê wêrankirin.

Darên tên birîn bi alîkariya cerdevanan tên berhevkirin û ji bo deverên baregehên leşkerî tên veguhastin.

/Çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Fîlîstîniyan bang li Trump kirin: Dikare Netanyahu bide sekinandin
Mordem Zel: Şopa Rastiyê di Navên Cografîk de: Analîza Etîmopolojîk a Herêma Dersîmê

Nûçeyên Sereke