Fîlîstîniyan bang li Trump kirin: Dikare Netanyahu bide sekinandin

CîhanNûçe

🔴Nûnerê Daîmî yê Fîlîstînê li Neteweyên Yekbûyî Riyad Mansur li dijî desteserkirina xaka Fîlîstînê ya ji aliyê Îsraîlê ve bang li Serokê DYE’yê Donald Trump kir û got, Trump xwedî wê hêzê ye ku Netanyahu bide sekinandin.

Nûnerê Daîmî yê Fîlîstînê yê li Neteweyên Yekbûyî Riyad Mansur bi nûnerên welatên Ereb û Rêxistina Hevkariya Îslamî re civîna çapemeniyê lidar xist û bang li Serokê DYE’yê Donald Trump kir ku bandora xwe ya li ser Îsraîlê bi kar bîne û nehêle xaka Fîlîstînê bê desteserkirin.

Mansur daxuyaniyên “na ji desteserkirinê re” yên beriya niha ji aliyê Trump ve hatibûn dayin bi bîr xist û got, “Em tenê gotinên Serok Trump dubare dikin: Na ji desteserkirinê re.”

Mansur her wiha işaret bi hişyariyên beriya niha yên Trump ên têkildarî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu kir û got, “Em zanin bê Trump dikare çi bike. Xwedî wan amûran e ku dikare gavên Netanyahu yên di vê çarçoveyê de bisekinîne.”

Dîplomatê Fîlîstînî ne tenê rêveberiya DYE’yê her wiha bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên yekbûyî jî kir ku kiryarên Îsraîlê yên li hemberî gelê Fîlîstînê bisekinîne.

Bi navê Koma Ereb a li Neteweyên Yekbûyî Nûnerê Daîmî yê Erebistana Siûdî yê li Neteweyên Yekbûyî Abdulaziz Alwasil axivî û anî ziman ku li xaka Fîlîstînê ya dagirkirî rewş bi lez nebaş dibe.

Bi navê Rêxistina Hevkariya Îslamî Alîkara Nûnerê Daîmî yê Tirkiyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî Fîkriye Asli Guven axivî û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

/Çawkani: ANF/

Van jî bibîne

 

Li Iraqê Pêvajoya Çekdanîna Komên Çekdar: 6 Koman Çekdanîn Red Kir!
Texrîbata ekolojiyê yên li Kurdistanê didomin

Nûçeyên Sereke