Festîval di navbera dîrokên 2-8’ê Gulanê de tê lidarxistin. Ji aliyê Serokatiya Dewleta Rûsyayê ve, îsal wekî “Sala Gelên li Rûsyayê Dijîn” hat ragihandin û li ser vê bingehê dest bi çalakiyan hat kirin.
Ji bo pêşandana çalakiyên çandî yên gelên li Rûsyayê dijîn, salonên taybet ên pêşangehan hatine veqetandin. Di van salonan de her gelek motîfên xwe yên neteweyî nîşan dide.
Taybetmendiya festîvala îsal ew e ku cihêkî taybet dane gelên bêdewlet. Yek ji van gelan jî Kurd bûn. Li Rûsyayê cara yekem e ku gelên bêdewlet –di nav de Kurd jî– tevlî çalakiyeke bi vî rengî dikin. Bi asayî, ev çalakî tenê ji bo gelên ku xwedî dewlet in dihatin organîzekirin.
Navê fermî yê beşdarbûna Kurdan wekî “KURDISTAN” hat diyarkirin.
Vebûna roja yekem a festîvalê jî bi Kurdan dest pê kir. Hunermendê Kurd Delîl Lezgîev û koma folklorê bernameya vebûnê pêşkêş kirin.
Di vebûnê de li ser navê Serokatiya Dewleta Rûsyayê berpirsên otonomiyan, rayedarên otonomiyên çandî û konsolosên gelek welatan amade bûn. Li ser navê Kurdan, Otonomiya Kurd (oHka KypAoB po.) festîval organîze kir. Ev otonomî li seranserê Rûsyayê di 12 navendan de birêxistinkirî ye.
Di roja duyem de her gelekî çalakiyên xwe yên çandî pêşkêş kirin; hunermend Delîl Lezgîev, Sarê Haceyeva û komên herêmî derketin ser dikê. Di roja sêyem de govendên kurdî, defîle û hunermendên herêmî cih girtin. Her wiha serdana pêşangeh û standên pirtûkan hat kirin.

Di festîvalê de sînevîzyonek li ser dîrok û xwezaya Kurdistanê hat nîşandan û defîleyeke kincên kurdî bi mankenên jin û mêr hat lidarxistin.
Îro, yanî 05.05.2026 piştî nîvro, komên li ser navê gelan li Meydana Sor dê li ber Bîrdariya Leşkerê Winda çelenk deynin û rêz bigrin.
Festîval bi çalakiyên gelên wekî Ermenî, Gurcî, Azerî, Çînî û hwd. bi motîfên çandî yên dewlemend derket pêş.
Wekî kurte; meriv dikare vê festîvala çandî wekî peyameke polîtîk û zindîkirina kevneşopiya Sovyetê ya li Federasyona Rûsyayê bixwîne. Cihdana Kurdan di vê astê de –wekî gelên xwedî dewlet– û destpêkirina vebûnê bi Kurdan, rasterast bi xuyabûna rastiya Kurd a li Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Meydana Sor hefteyekê ji çand û hunera Kurd û Kurdistanê re malovanî kir.
/Nûçe: Sozdar Eziz- Moskow/









