NÛPEL – Rêveberiya Tevgera Apoyî di salvegera fesixkirina PKKê de civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku divê gavên hiqûqî bi lez bên avêtin, Abdullah Ocalan wekî muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin.
Rêveberiya Tevgera Apoyî di salvegera yekemîn a kongreya fesixkirina PKKê de, li ser rewşa dawî ya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” li Herêmên Parastinê yên Medyayê civîneke çapemeniyê pêk anî.
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu û Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta beşdarî civînê bûn. Piştî daxuyaniyê, bersiva pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê û pêvajoyê hat dayîn. Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Sozdar Avesta û ya bi tirkî jî ji aliyê Mustafa Karasu ve hat xwendin.
Daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Apoyî bi vî rengî ye:
“Em vê civîna xwe di salvegera yekemîn a Kongreya 12emîn a PKKê de lidar dixin ku di navbera 5-7ê Gulana borî de pêk hatibû. Li ser biryara me ya fesixkirina PKKê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê re salek derbas bû. Em dixwazin binirxînin ka di nava vê salê de çi qewimî. Di çarçoveya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ de Tevgera Azadiyê çi kir û dewleta Tirk çi kir? Em ê hewl bidin bersiva pirsên raya giştî bidin.
Tevgera me li gorî banga Rêberê me bêteredût tevgeriya
Rêber Apo di banga xwe ya 27ê Sibata 2025an de, şert û mercên ku PKK pêş xistine û sedemên wê danî holê. Rêbertî, girêdayî encama pêşketinên nava 50 salan, ji PKKê xwest ku xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî bike. Tevgera me piştî vê bangê, di 1ê Adarê de agirbesteke yekalî ragihand.
Piştî vê bangê, gelek derdor û şexsiyetan diyar kir ku PKK dê li gorî vê bangê tevnegere. Lê PKKya ku wekî tevgera Rêbertî derketiye holê û li ser xeta wî têdikoşe, di demeke kurt de kongreya xwe kom kir. PKKê bêteredût banga Rêbertiyê xist pratîkê; di vê çarçoveyê de biryara fesixkirina PKKê girt û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir. Di encamê de hat gotin ku tenê Rêber Apo dikare van biryaran di pratîkê de bi cih bîne û wekî sermuzakerevan dikare ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ bimeşîne.
Rêber Apo bersiveke erênî da banga Bahçelî
Rêber Apo ji sala 1993yan û vir ve, gelek caran agirbestên yekalî îlan kirin ku bikaribe bi awayekî demokratîk pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd veke. Ji bo vê, pêşniyarên çareseriyê yên aqilane û maqûl pêş xistin ku mînaka nêzîkatiyeke wisa heta niha li cîhanê nehatiye dîtin. Lê belê dewleta Tirk, ji ber ku wê demê xwediyê vîzyoneke polîtîk a çareseriyê nebû, ev hewldan bêencam man. Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di 22yê Cotmeha 2024an de bangek kir. Rêber Apo jî bi îhtîmala ku ji nava dewletê îradeyeke çareseriyê derkeve, bersiveke erênî da vê bangê.
Ji bo çareseriyê gavên gelekî mezin hatin avêtin
Tevgera me ya Azadiyê ji ber ku ji hêza çareseriyê ya Rêber Apo bawer dike, biryarên radîkal ên wekî fesixkirina PKKê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî girtin. Tenê gavên bi vî rengî yên mezin dikarin pêşiya çareseriyeke demokratîk vekin. Me xwest îrade û biryardariya xwe nîşan bidin. Ji ber vê yekê, Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat, di 11ê Tîrmeha 2025an de ligel 30 gerîlayan çekên xwe şewitandin. Bi vî awayî hat îspatkirin ku gava şertên siyasî û hiqûqî yên guncav bên amadekirin, bi hezaran gerîla amade ne çekên xwe deynin. Wê demê Devlet Bahçelî jî gotibû ku divê ev kesên çekên xwe şewitandine, bi derxistina qanûnên pêwîst vegeriyana Tirkiyeyê.
Me hêzên xwe yên çekdar kişandin derveyî sînor
Wekî Tevgera Azadiyê, ji bo nîşandana îradeya çareseriya siyasî, me hêzên xwe yên di nava sînorên Tirkiyeyê de derxistin derveyî sînor. Me li Herêmên Parastinê yên Medyayê hin mewziyên xwe jî vala kirin da ku rê li ber şerekî gengaz bê girtin. Her wiha di sala 2017an de me hin rêveberên MÎTê yên dîl girtibûn teslîm kirin.
Me ev gav hemû ji bo avêtina gavên siyasî û hiqûqî avêtin. Di vê pêvajoyê de li Îmraliyê bi Rêbertiya me re hin hevdîtin çêbûn û cenazeyên hin şehîdên me hatin girtin. Ji derveyî van, heta niha gaveke berbiçav nehatiye avêtin.
Daxuyaniyên neyînî yên berdevkên desthilatê
Me her tim ji bo çareseriyê raya giştî ya Kurd amade kir û peyamên erênî dan gelên Tirkiyeyê. Lê belê, hin berdevkên desthilatê û medya nêzî wan, li şûna amadekirina civakê, berevajî vê yekê hestên neyînî geş kirin. Ev nêzîkatiya li dijî muxalefetê jî bû sedem ku piştgiriya civakî ji bo pêvajoyê zêde nebe.
Rapora komîsyonê di pratîkê de tune ye
Avakirina komîsyona li Meclîsê ji bo me erênî bû. Lê pêvajoya amadekirina raporê pir dirêj ajot. Tevî ku muxatabê esasî Rêbertiya me ye, komîsyonê di vê pêvajoyê de tenê carekê bi wî re hevdîtin kir. Rapora ku hat amadekirin, tevî kêmûkurtî û kêmasiyên xwe, dikaribû bandoreke erênî bike; lê belê hîna jî pêşniyarên di raporê de neketine meriyetê. Ev jî nîşan dide ku desthilat bi awayekî samîmî nêzî pêvajoyê nabe.
Divê Rêber Apo bi fermî wekî muxatab bê qebûlkirin
Rêber Apo dixwaze serdema pevçûnan a sed salî bi dawî bike û ‘Komareke Demokratîk’ ava bibe. Armanc ew e ku bi rêya ‘Entegrasyona Demokratîk’ pirsgirêka Kurd çareser bibe. Lê ji bo ku ew karibe rola xwe bileyize, divê wekî muxatabê fermî bê qebûlkirin. Pêvajoyeke rast tenê bi naskirina muxatabtiya hiqûqî ya Rêber Apo û diyarkirina statuya wî dest pê dike.
Ji bo roleke encamgir, divê statuya wî bê naskirin
Rêber Apo gelek caran aniye ziman ku ji bo hevdîtin watedar bin, divê statuya wî zelal bibe. Heke cihê wî di qanûn û siyasetê de diyar be û bikaribe bi derdorên cuda re hevdîtinan bike, wê demê dikare encamê bi dest bixe. Nexwe, bi hevdîtinên sînordar ên bi şandeyan re, mimkun nîne ku ew rola xwe ya esasî bimeşîne.
Gotinên AKPê rastiyê nîşan nadin
Gotên rayedarên AKPê yên wekî ‘pêvajo dimeşe’ an ‘xitimandin tune ye’, rewşa heyî rave nakin. Kengî statuya Rêber Apo diyar bibe û şertên xebata azad jê re bên amadekirin, wê demê mirov dikare behsa pêşketina pêvajoyê bike. Tenê di rewşeke wisa de gelê Kurd û raya giştî wê baweriyê bînin û piştgirî bidinê.
Divê zemîna hiqûqî bê afirandin
Ji bo ku ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ bi pêş bikeve, divê bi biryareke siyasî statuya Rêber Apo bê diyarkirin û ji bo siyaseta demokratîk gavên qanûnî bên avêtin. Berovajî îdîayên hin derdoran, Rêber Apo xwest ku beriya vegerê zemîna qanûnî bê amadekirin. Rayedaran gotibûn wê piştî cejnê gav bên avêtin, lê hîna tiştek nehatiye kirin.
Muzakerevanê me yê sereke Rêber Apo ye
Me di kongreya xwe de biryar girt ku pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Ew sermuzakerevan û pêşengê vê pêvajoyê ye. Divê rewşa wî ya siyasî bê diyarkirin da ku bikaribe di bin şertên azad de bixebite. Me wekî Tevgera Azadiyê gavên herî mezin avêtin; niha dor ya dewletê ye ku statuya Rêber Apo diyar bike û gavên hiqûqî baveje. Xwestek û bendewariya gelê me û hêzên demokratîk ev e.”
Çavkanî: ANF










