Peyas di nav 30 şaredariyên navçeyên metropolan de bû şaredariya herî serkeftî

Nûçe

AMED (Nûpel) – Li gorî rapirsiyeke ku ji aliyê Şirketa Lêkolînê ya ORC ve hatiye kirin, Şaredariya Peyasê ya Amedê di nav 30 şaredariyên navçeyên bajarên metropolan de wekî şaredariya herî serkeftî hat binavkirin.

Rapirsî li ser bingeha performansa çar mehên pêşîn ên sala 2026’an hatiye kirin. Şaredariya Peyasê bi rêjeya %64,0an rêjeya herî bilind bi dest xist û di ser hemû şaredariyên din re derket.

ORC, rêxistineke lêkolînê ya serbixwe ye ku di warê lêkolînên civakî, siyasî û stratejîk de xwedî pisporiyekê ye. Wan encamên vê lêkolîna xwe ya li ser performansa şaredariyên navçeyan yên 30 bajarên metropolan weşandine.

Di encamê de, Şaredariya Peyasê ya Amedê di nav şaredariyên navçeyên 30 bajarên metropolan de wekî şaredariya herî serkeftî hatiye hilbijartin û bi rêjeya %64,0an serkeftina herî bilind qeyd kiriye.

 

Van jî bibîne

 

Mihemed Sîdo: Divê zimanê Kurdî di destûrê de were naskirin
Metin Rastdil: Divê Em Xwedî li Kelehên Kurdistanê Derkevin…

Nûçeyên Sereke