NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Meteorolojiyê ragihand ku li gelek bajarên herêmê barana zêde û li herêmên bilind jî berf tê payîn. Hat diyarkirin ku ji ber barana bi hêz, xetera lehî û çûnûhatina berfê heye.
Li gorî nirxandinên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li seranserê welat hewa wê parçe û pir ewrayî be. Tê pêşbînîkirin ku li bakur û rojhilatê Deryaya Spî ya Rojhilat, herêma Deryaya Reş a Rojhilat, Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê baran û barana bi hêz bibare.
Li Kîjan Bajaran Barana Zêde Tê Payîn?
Meteorolojiyê bi taybetî bal kişand ser bajaran û diyar kir ku li van deran baran wê di asteke bilind de bibare:
Semsûr, Hatay, Osmaniye, Kilis, Elazîz, Dêrsim û Çewlîg.
Bakur û Rojhilatê Başûrê Rojhilatê Anadoluyê.
Başûrê Rojhilatê Anadoluyê.
Ji ber barana bi hêz, birûsk, teyrok (dolu) û bayê tund, hat xwestin ku welatî li hemberî lehî û girtina rêyan baldar bin.
Hişyariya Berf û Aşîtê
Li herêmên bilind ên bakurê Kurdistanê û Behra Reş barana bi berf û berf tê payîn. Her wiha li cihên ku berfa wan zêde ye, xetera aşît (herifîna berfê) û helîna berfê heye.
Germahiya Hewayê
Li gorî daneyan, germahiya hewayê li beşên hundir û rojava wê li ser asta asayî be, lê li herêmên din wê di asta demsalê de bidome. Li beşên rojava ba wê ji aliyê bakur, li rojhilat jî wê ji aliyê başûr ve bi nermî bifûre.
Meteorolojiyê bang li welatiyan kir ku li hemberî neyîniyên wekî laser, virtone û bablîsokan tedbîrên xwe bigirin.










