NÛPEL – Festîvala Wêjeyê ya Munchenê ya 2026’an, îsal deriyên xwe ji bo mijara “Azadiyê” vedike. Nivîskara Kurd Meral Şîmşek jî di nav mêvanên rûmetê yên festîvalê de cih digire.
Festîvala Wêjeyê ya Munchenê ku ji sala 2010’an û vir ve tê lidarxistin, îsal di navbera 21-30’ê Nîsanê de li bajarê Munchenê yê Almanyayê pêk tê. Kuratora festîvalê ya îsal Dana Grigorcea ye û festîval bi beşdariya gelek nivîskar, hunermend û ramangerên navneteweyî li ser têgeha “Azadiyê” hûr dibe.
Dengên Azadiyê: Meral Şîmşek li ser Dikê ye
Di bernameya festîvalê de, nivîskar û helbestvana Kurd Meral Şîmşek di 22’ê Nîsanê de saet di 18:00’an de beşdarî panela bi sernavê “Dengên Azadiyê” dibe. Şîmşek wê li gel helbestvana Erîtreyî Yirgalem Fisseha Mebrahtu û nivîskarê Sûriyeyî Yassin Al-Haj Saleh derkeve ser dikê. Di vê rûniştinê de wê girêdayîbûna wêjeyê bi mijarên wekî:
Girtîgeh û zextên siyasî,
Jiyana di sirgûnê de,
Azadiya raman û îfadeyê, bêne nîqaşkirin.
Berhema “Rûmet” û Peyama Hunerî
Meral Şîmşek wê di festîvalê de berhema xwe ya bi navê “Rûmet” pêşkêşî xwendevanan bike. Şîmşek diyar kir ku wê ev berhema xwe diyarî xizmên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane kiriye. Ev berhem wekî şahidiya êş û rûmeta civakî di nav bernameyê de cihekî taybet digire.
Bernameyeke Dewlemend û Mêvanên Navdar
Festîval di 21’ê Nîsanê de bi axaftina hunermenda Belarûsî Maria Kalesnikava dest pê dike. Di nav mêvanên din ên girîng de Maria Alyokhina (ji bo nîqaşkirina rewşa Rûsyayê), Gabriela Adameşteanu, Navid Kermani û Robert Menasse hene. Her wiha di 23’ê Nîsanê Roja Pirtûkan a Cîhanê de jî çalakiyên xwendinê yên taybet û konsera Daniel Kahn wê bêne lidarxistin.
Kurteya Bernameya Festîvalê:
21’ê Nîsanê (Saet 19:00): Festîval bi beşdariya Dana Grigorcea û Maria Kalesnikava bi fermî dest pê dike.
22’ê Nîsanê (Saet 18:00): Çalakiya “Dengên Azadiyê” bi beşdariya Meral Şîmşek, Yirgalem Fisseha Mebrahtu û Yassin Al-Haj Saleh tê lidarxistin.
22’ê Nîsanê (Saet 20:30): Hevpeyvînek taybet bi Maria Alyokhina re tê kirin.
23’ê Nîsanê (Saet 20:00): Ji bo Roja Pirtûkan a Cîhanê şeva xwendinê û konsera Daniel Kahn heye.
26’ê Nîsanê (Saet 18:00): Nivîskar Robert Menasse berhemên xwe dixwîne.
28’ê Nîsanê (Saet 20:30): Navid Kermani bi çalakiyekê beşdarî bernameyê dibe.

/Çavkanî: ANF/










