Hunermendê Kurd li Romanyayê Pêşangeha “Rûyên Piştî Şer” Vedike

NÛPEL – Hunermend û nivîskarê Kurd Heme Haşîm, di 27’ê Hezîranê de li bajarê Oradeayê yê Romanyayê, pêşangeheke taybet bi navê “Rûyên Piştî Şer” vedike. Ev çalakî wê li Galeriya Hunerê ya Reperajê bê lidarxistin.

Di vê pêşangehê de, Heme Haşîm 52 tabloyên xwe yên nû pêşkêş dike ku hemû bi teknîka akrîlîkê li ser kanvasê hatine xêzkirin; hin ji van berheman di qebareyên mezin de ne. Pêşangeh dê du mehan bidome û bi vexwendina fermî ya Yekîtiya Hunermendên Şêwekar ên Romanyayê û bi serperiştiya Encumena Şaredariya Oradeayê tê lidarxistin.

Naveroka Berheman

Heme Haşîm di derbarê naveroka berhemên xwe de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha axivî:

“Tabloyên min wan rûyên westiyayî û biêş nîşan didin ku şopa tehl a şer, tundî û rûdanên nexwestî yên jiyanê li ser wan maye. Bi nêrîneke ekspresyonîst, bandorên wêranker ên şer û nexweşiyan nîşan didim ku li seranserî cîhanê bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî çêbûne.”

Hestên Xemgînî û Berxwedanê

Hunermend bal kişand ser bikaranîna teknîka akrîlîkê ji bo nîşandana hestên wekî xemgînî, bêhêvîtî û berxwedanê. Li gorî gotina wî, bikaranîna rengên tarî û ronî, ligel şêwazê xêzkirinê, çîroka li pişt her rûyekî vedibêje û dihêle ku temaşevan rasterast bi tabloyan re bikeve nav têkiliyê.

Çavkanî: Rûdaw

Van jî bibîne

 

Komara Demokratîk a Kongoyê li hemberî Portekîzê derbasî dîrokê bû!
Mehmet Emîn Karayilan li Dîlokê jiyana xwe ji dest da

Nûçeyên Sereke