NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Di nava Partiya Gel a Komarî (CHP) de krîzeke nû ya siyasî derket holê. Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê endamtiya 9 parlamenterên CHP’ê yên ku ji bo “derxistina teqez” sewqî Komîteya Dîsîplînê ya Bilind (YDK) hatibûn kirin, ji qeydên partiyê jê bir. Bi vê biryarê re hejmara parlamenterên CHPê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê ji 138’an daket 129’an.
Pêvajoya hiqûqî ya ku bû sedem
Nakokiyên di nava partiyê de piştî biryara Daîreya Hiqûqê ya 36’an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê ya di 21’ê Gulanê de dest pê kir. Dadgehê derbarê kongreyên CHP’ê de biryara “betalbûna mitleq” da û di encamê de Kemal Kiliçdaroglu wekî Serokê Giştî yê CHP’ê hat erkdarkirin.
Komîteya Birêvebir a Navendî ya ku ji aliyê Kiliçdaroglu ve hat avakirin, di 10ê Hezîranê de civiya û derbarê 9 parlamenteran de bi daxwaza “derxistina teqez” û bi awayekî “tedbîrî” biryara sewqkirina dîsîplînê da.
Qeydên li Dadgeha Bilind hatin jêbirin
Tevî ku hîn Komîteya Dîsîplînê ya Bilind dosyeyên van parlamenteran gotûbêj nekiriye, Dadgeha Bilind qeydên endamtiya wan a partiyê jê birin. Yek ji wan parlamenterên ku endamtiya wî hatiye jêbirin, Parlamenterê CHP’ê yê Enqereyê Umut Akdogan e.
Akdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku wî bi rêya e-Devletê rewşê kontrol kiriye. Akdogan amaje kir ku şandina wan a ji bo YDK’ê li dijî hiqûqê ye û got: “Mafê me yê îtîrazê heye, nabe ku endamtî bi vî awayî bên jêbirin.”
Parêzerê Kiliçdaroglu: “Kiryareke asayî ye”
Parêzerê Kemal Kiliçdaroglu, Celal Çelîk, di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya Sozcuyê vê rewşê weke “kiryareke asayî” nirxand. Çelîk diyar kir ku Sekreteriya Giştî ya CHP’ê biryarên Komîteya Birêvebir a Navendî ji Dadgeha Bilind re ragihandine û got:
“Heta ku pêvajoya dîsîplînê temam bibe, jêbirina qeydên wan kesan a ji pergala Dadgeha Bilind pêkanîneke standart e.”
Pêşeroja parlamenteran çi ye?
Tê payîn ku biryara Dadgeha Bilind di demeke nêz de ji bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê bê şandin. Li benda wê yekê ye ku piştî ragihandina fermî, navên wan 9 parlamenteran li ser malpera Parlamentoyê wekî “parlamenterên serbixwe” bên nûkirin. Ev rewş dibe sedema kêmkirina hejmara parlamenterên CHPyê ya li parlamentoyê û nîqaşên siyasî yên derbarê pêşeroja partiyê de kûrtir dike.










