Îlham Ehmed agahiyên têkildarî civîna Şamê û entegrasyonê parve kirin

Nûçe

🔴NÛPEL – Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, derbarê naveroka civîna ku li Şamê bi Ehmed El-Şerî re pêk anîbûn û xebatên entegrasyonê de ji ANHA’yê re axivî.

Têkildarî civîna ku 15’ê Nîsanê li Şamê di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El-Şerî de pêk hatibû; dîsa derbarê asta xebatên entegrasyonê, astengî û zehmetiyên heyî de, Îlham Ehmed agahiyên girîng parve kirin.

Der barê perwerdeyê de wê biryar werin girtin

Îlham Ehmed destnîşan kir ku di civîna Şamê de li ser astengiyên di pêkanîna pêvajoya entegrasyonê de rawestiyane. Ji bo rakirina van astengiyan her du alî (Rêveberiya Xweser û Şam) di nava hewldanan de ne.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve da zanîn ku yek ji mijarên sereke yên civînê pergala perwerdeyê bû ku heta niha bawernameyên xwendekaran nehatine erêkirin. Ehmed got: “Gelek dem di ser lihevkirina 29’ê mehê re derbas bû, lê hîn ev mijar nehatiye çareserkirin. Me li hev kir ku di demek nêz de her du wezîrên perwerdeyê û wezîrê xwendina bilind ji bo danîna mekanîzmayekê, serdana parêzgeha Hesekê bikin û vê mijarê bi dawî bikin. Her wiha derbarê pergal û zimanê xwendinê de, wê di dema pêş de hevdîtin werin kirin û biryar werin girtin.”

Îlham Ehmed diyar kir ku heta niha di aliyê pergala îdarî de tenê di warê tenduristî û perwerdeyê de erkdarkirina midûriyetên nû hatiye çêkirin. Midûriyetên ku hîn nehatine diyarkirin jî wê bi lezgînî bên diyarkirin. Ji bo vê mijarê wê mekanîzmayeke nû were danîn da ku erkdarkirina di saziyan de bi dawî bibe.

Rêveçûna entegrasyonê

Îlham Ehmed bi bîr xist ku di çarçoveya entegrasyonê de hinek gav hatine avêtin, lê pêvajo giran dimeşe. Wê anî ziman ku di warê erkdarkirina temsîliyeta herêman de gavên erênî hatine avêtin, lê hîn gavên ku divê têkildarî erkdarkirinên wezaret û midûriyetên din bên avêtin, hene.

Deriyên sînor

Li ser pergala deriyên sînor ku mijareke bingehîn a entegrasyonê ye, Îlham Ehmed bilêv kir ku mekanîzmaya rêvebirina deriyê Sêmalka û deriyên sînorî yên din hatiye avakirin. Di çarçoveya tekamulan de, karmendên ku bi navê Rêveberiya Xweser kar dikirin, niha li ser esasê entegrasyonê xebatên xwe didomînin.

Pirsgirêkên derdikevin

Îlham Ehmed da zanîn ku di warê pêkanîna mekanîzmayê de gelek pirsgirêk derketine û ew wiha rêz kirin:

Berpirsên hinek midûriyetên li parêzgehê, beriya niha ji aliyê hikûmeta demkî ve (piştî hilweşîna rejîma Esed) hatibûn diyarkirin. Ev yek bi xwe re pirsgirêkan derdixe.

Divê derbarê van berpirsyaran de lihevkirinek hebe.

Gelek karmendên Rêveberiya Xweser hene; divê ev karmend li derveyî kar nemînin.

Pêwîst e di navbera kesên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş dike û yên hikûmeta demkî diyar dike de lihevkirinek ji bo erkdarkirinê hebe.

Ehmed got: “Rêveberiya Xweser demeke dirêj e kar dimeşîne û bûye xwedî tecrubeyekê, divê ev yek li ber çavan bê girtin. Hem temsîliyet û hem jî tecrube di diyarkirina berpirsyaran de girîng in. Guhertin wê li ser esasê pisporiyê pêk werin. Ya girîng xizmeta civakê û temsîliyet e; ji ber ku li vê deverê Kurd, Suryan û Ereb bi hev re dijîn.”

Mijara jinê û astengî

Îlham Ehmed diyar kir ku mijara temsîliyet û îradeya jinan hîn jî wekî pirsgirêk dimîne: “Di Rêveberiya Xweser de hejmareke zêde ya jinan kar dikir. Di aliyê şêweyê saziyan de, saziyên Rêveberiya Xweser û yên hikûmetê tam ne wekî hev in. Heta niha midûrên perwerde û tenduristiyê hatine erkdarkirin, lê her du jî mêr in. Lewma divê tevlîkirina jinan wekî xisûsiyetekê were dîtin û roleke girîng ji wan re were dayîn. Di vê mijarê de zehmetiyên cidî hene.”

‘YPJ di rojevê de ye’

Îlham Ehmed bal kişand ser mijara YPJ’ê jî: “Her çiqas di nîqaşan de encameke nû ji bo YPJ’ê derneketibe jî, ew hîn di rojevê de ye. Nîqaşa li ser fermîkirina YPJ’ê di rojeva hikûmeta demkî de ye. Ev ê heta pêkanîna lihevkirinekê berdewam bike.”

Di heman demê de, hilbijartina nûnerên parêzgehên Hesekê û Kobaniyê ji bo parlamentoyê (Meclisa Gel a Sûriyeyê) jî di rojevê de ye. Amadekariyên vê xebatê bi rêya komîteyeke navendî û komîteya amadekar a parêzgeha Hesekê têne meşandin.

Şaredarî dê bên birêxistinkirin

Îlham Ehmed behsa pergala Şaredariyên Gel ên li Rojava kir û diyar kir ku şaredarî di çarçoveya sîstema nû de çiqasî xizmeta civakê bikin, parêzgeha Hesekê wê ewqas zûtir karibe xwe nû bike. Demokrasî li ser temsîliyet û xizmetê pêş dikeve.

Xebatên Destûra Bingehîn

Girêdayî amadekirina destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê, Ehmed got ku piştî diyarkirina nûnerên parlamentoyê, meseleya destûrê wê bi awayekî cidî bikeve rojevê: “Dê Kurd jî cihê xwe di komîteya nivîsandina destûra nû de bigirin. Pêwîstiya Sûriyeyê bi destûreke nû heye ku temsîla hemû neteweyan bike. Kurd şirîkên esasî yên vî welatî ne.”

Di dawiyê de, Îlham Ehmed destnîşan kir ku mijara girtiyan hîn di rojevê de ye û wan daxwaz kiriye ku di zûtirîn demê de hemû girtî werin berdan.

Van jî bibîne

 

Meteorolojî Ji Bo Gelek Bajarên Herêmê Hişyariya Barana Zêde û Berfê Da
Trump: Hêzên Amerîkayê Dest Danî Ser Keştiyeke Îranê

Nûçeyên Sereke