Serhat Ozturk, Piştî 32 Salan Tahliye Bû

Nûçe

🔴AGIRÎ (Nûpel) – Serhat Ozturk ê ku piştî 32 salan ji Girtîgeha Boluyê hat berdan, li bajarê xwe Agirî bi girseyî hat pêşwazîkirin. Ozturk di peyama xwe ya yekem de diyar kir ku heta Ocalan û girtiyên din azad nebin, azadiya wan kêm e.

Bi Coş û Kelecan Hat Pêşwazîkirin

Serhat Ozturk ê ku di sala 1994’an de hatibû girtin û 32 salên wî di girtîgehê de derbas bûn, piştî tahliyeya xwe gihîşt bajarê xwe Agiriyê. Ozturk li Balafirgeha Ehmedê Xanî ji aliyê girseyek qelebalix ve hat pêşwazîkirin. Di nav koma pêşwazîkirinê de nûnerên TUHAY-DER’ê, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê, her wiha gelek welatî hebûn. Girseya ku kulîlk pêşkêşî Ozturk kirin, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” heta derveyî balafirgehê meşiyan.

‘Azadiya Me Kêm e’

Ozturk di axaftina xwe ya li ber balafirgehê de bal kişand ser tecrîda li girtîgehan û berxwedana girtiyan. Ozturk destnîşan kir ku heta deriyên Îmraliyê neyên vekirin azadî pêkan nîne û wiha got:

“Her çend em niha derketibin jî, birêz Ocalan û hevalên me hîna di zindanan de ne. Heta Birêz Ocalan û hemû hevalên me yên li zindanan azad nebin, em nikarin bibêjin em azad in. Heta ku ew li pişt çar dîwaran bin, ev azadî ji bo me kêm e.”

Piştî daxuyaniyê, Ozturk û girseya gel bi konvoyekê ber bi mala wî ve bi rê ketin.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Li Amedê Serkeftina Oz Kayapınar Belediye Sporê: Sê Kategori û Sê Şampiyonî
Li Zozana Harazê ya Kinikanê ‘Zulma Hilweşandinê’: Bîranînên Gundiyan bi Ser Wan de Hilşandin

Nûçeyên Sereke