🔴NÛPEL – Li zozana Harazê ya ser bi gundên Çonak û Karataşê yên Kinikanê (Osmaniye) ve, bi hinceta “erdê daristanê” xaniyên gundiyan ji aliyê Şeftiya Karên Daristanê ve hatin hilweşandin. Gundiyên ku bi sedsalan e li ser vî erdî dijîn, bi bertekeke mezin gotin: “Qanûn tenê li ser feqîran dimeşe, dewlemend nayên dîtin.”
Li herêma ku wekî cî û warê 300 salî tê naskirin, ekîbên daristanê dest bi hilweşandina xaniyan kirin. Welatiyên ku xaniyên wan bi ser serê wan de hatin xerakirin, diyar kirin ku tu teblîgat ji wan re nehatiye kirin û hincetên hatine nîşandan nerast in.
“Em Nifşê Pêncemîn in, Gorên Me li Vir in”
Huriye Boz a ku xaniyê wê hat hilweşandin, anî ziman ku malbata wê ji mêj ve li vir e û got: “Ez li vir nifşê pêncemîn im. Gorên dapîr û bapîrên me li vir in. Dibêjin qey em nû hatine vir. Xaniyê min ê sala 2018an wekî xaniyê piştî 2023yan hat nîşandan û hilşandin. Edaleta îlahî heye.”
Îdiayên Torpîl û Bertîlê
Yek ji niştecihên yaylayê, Îbrahîm Tiraş, destnîşan kir ku Qanûna Daristanê bi qestî tê xerabkarîkirin û wiha axivî: “Lîsteya hilweşandinê ya 190 kesî, di nava rojekê de daket 10 kesan. Ev lîste li gorî çi kêm bû? Ma divê ‘dayê’ (torpîl) me jî hebûya? Li vir tarlayan parsel parsel difiroşin, memûr bi wan re çayê vedixwin lê xaniyên gundiyan xira dikin.”
“Me Bi Îmar Aştiyê Xapandin”
Ulviye Yanbak jî bal kişand ser ‘Îmar Barişî’ (Aştiya Avahiyan) û got: “Me pereyên xwe razandin bankayê, dewletê em soyan. Niha jî dibêjin ‘Tapûya Osmanî derbas nabe’. Heke binê vê alayê ji me re qedexe be, cîhekî nîşanî me bidin em îltîca bikin.”
Bîranîn Bûn Enkaz
Fatih Kiraç ê ku xaniyê wî hat xerakirin, diyar kir ku destûr nedan ew eşyayên xwe jî derxin û got: “20 sal keda min çû. Her der dişewite, me ev daristan parastin lê wan bîranînên zarokên min hilweşandin.”
Gundiyên Harazê piştî hilweşandinê di nava enkazan de man û dan zanîn ku ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Gundî gilî dikin ku di dema hilbijartinan de her kes tê ber deriyê wan, lê di roja teng de dewlet li pişt wan nîne.

/Çavkanî: Pîrha/









