Messi li ser lûtkeya cîhanê: Rekora dîrokî ya Kupê Cîhanê şikand!

NûçeSpor

NÛPEL – Kelecana Kupê Cîhanê yê 2026’an bi lez û bez didome û efsaneyê cîhana futbolê Lionel Messi, navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê dinivîse. Di pêşbirka hefteya duyemîn a Koma J’yê de, Arjantînê bi encama 2-0 Avusturya têk bir, du di du serketin bi dest xist û pêşengiya xwe xurt kir.

Maradona anî bîra mirovan, rekor şikandin

Stêrkê 39 salî yê ku mohra xwe li lîstikê da, bi performansa xwe ya li qadê careke din efsaneyê futbolê Diego Armando Maradona anî bîra temaşevanan. Messi di deqîqeya 9’an de ji penaltiyê sûd wernegirt, lê dest ji lîstikê berneda û kontrola maçê girt destê xwe.

Dema ku deqîqeyan 38 nîşan dida, lîstikvanê xwedî tecrube derket ser dikê û bi golek xweşik tîma xwe 1-0 da pêş. Ev gol ne tenê Arjantînê gihand serkeftinê, di heman demê de Messi kir lîstikvanê herî zêde gol avêtiye di dîroka Kupê Cîhanê de. Messi bi derbaskirina efsaneyê Alman Miroslav Klose, hejmara golên xwe yên di dîroka turnuvayê de gihand 18’an û îmze avêt bin rekoreke ku zehmet e bê şikandin.

Gotina dawî dîsa ew kir

Arjantîn ku heta kêliyên dawî yên pêşbirkê dev ji dîsîplîna lîstikê berneda, di deqîqeya 90+5’an de bi gola dîsa ji aliyê Lionel Messi ve hat avêtin, ferq kir du. Arjantînê ku bi encama 2-0 ji qadê bi serkeftî veqetiya, pûanên xwe gihand 6’an û di rêya derketina ji komê de gaveke mezin avêt. Avusturya jî bi 3 pûanan ma û îdiaya xwe ya di komê de hişt hefteya dawî.

Çav li maçên hefteya dawî ne

Di Koma J’yê de kelecan di hefteya dawî de dê bigihêje lûtkeyê. Arjantîn di maça xwe ya dawî ya komê de dê bi Urdunê re rû bi rû bimîne, Avusturya jî dê bi Cezayîrê re têbikoşe.

Lionel Messi, yê ku her roj astengiyan li qada Kupş Cîhanê bilindtir dike, bi vê performansa xwe cihê xwe yê di nav mezintirînên dîroka futbolê de hîn bêtir xurt kir.

Li Philadelphia şeva tofanê: Fransa gihîşt armanca xwe
Keskin Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

Nûçeyên Sereke