Di Doza Şêx Seîd de biryar derket: Ji bo Ozdag cezayê pereyan

Nûçe

NÛPEL – Doza ku li dijî Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ji ber parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî yên derbarê Şêx Seîd de hatibû vekirin, bi encam bû. Dadgeha Cezayê Asliye ya Xinûsê, derbarê Ozdag de bi hinceta “heqaretkirina bîranîna kesekî” cezayê pereyan da.

Doz bi gilîkirina neviyên Şêx Seîd dest pê kiribû

Doza navborî, piştî ku neviyê Şêx Seîd Sekîne Firat û kurê wî Parêzer Abdurrahîm Firat di 11’ê Mijdara 2024’an de li Serdozgeriya Komarê ya Erzîromê giliyê Ozdag kiribûn, dest pê kiribû. Dûre bi tevlîbûna giliyê neviyê din ê Şêx Seîd, Bedrî Firat, dosya bûn yek û li Dadgeha Cezayê Asliye ya Hinisê hat dîtin.

Dadgehê di biryara xwe de, ji bo cezayê pereyan “paşxistina eşkerekirina hikmê” (HAGB) bi kar anî û biryar da ku cezayê 5 salan were taloqkirin.

Ozdag: “Em vê qebûl nakin”

Piştî biryara dadgehê, Umît Ozdag daxuyaniyek da û diyar kir ku ew vê cezayê qebûl nakin û dê îtîrazî biryarê bikin. Ozdag got: “Dadgehê ji ber heqaretkirina bîranîna Şêx Seîd cezayê pereyan da û eşkerekirina hikmê 5 salan taloq kir. Lê ev biryar, qebûlkirina wê yekê ye ku Şêx Seîd bîranîneke wî heye ku dikare heqaret jê re were kirin. Em vê qebûl nakin.”

Ozdag îdîa kir ku ev ceza ne tenê ji bo wî ye û wiha domand: “Ev ceza di esasê xwe de cezayek e ku li Komara Tirkiyeyê, Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ku serhildan tepeser kirine, hatiye birîn.”

“Dê têkoşîna me ya hiqûqî berdewam bike”

Ozdag anî ziman ku parêzerên wî dê di rojên pêş de biryarê bibin dadgeha îstînafê û got ku ew pêvajoya dozê weke mijareke siyasî dibînin: “Tiştê li vir mijara gotinê, ne meseleyeke heqaretê ye; helwesta min û partiya min a li dijî serhildaneke li dijî Komarê ye. Em ê vê helwesta xwe bi vê zelaliya îro berdewam bikin. Em Şêx Seîd di dîrokê de li cihê ku lê dikeve dinirxînin û em ê nirxandina xwe bidomînin. Ev dozeke siyasî ye.”

Van jî bibîne

 

Li Berlînê, di 33’yemîn salvegera Komkujiya Sîwazê de banga edalet û heqîqetê
Hişyariya ji Baxçevanan re: Nexweşiya Beriyê ya Hêrûgê

Nûçeyên Sereke