AMED (Nûpel) – Zarokistanê ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyabekirê de xebatên xwe dimeşîne, ji bo zarokan li ÇandAmedê şahiya dawiya salê li dar xist. Şahî bi sê zimanên cuda; bi her du zaravên kurdî (kurmancî û zazakî) û bi îngilîzî birêve çû.
Li navenda ÇandAmedê bernameyeke rengîn hat çêkirin û mamoste, xebatkarên Zarokistanê û malbatên zarokan beşdarî şahiyê bûn. Zarokên ku di salekê de perwerde dîtibûn, bi kelecaneke mezin derketin ser dikê.
Di şahiyê de zarokan bi kurmancî, zazakî û îngilîzî klam û stranên zarokan stiran û bi lîstikên curbecur demên xweş derbas kirin. Malbatan jî bi çepik û tîliyan piştgirî da zarokên xwe û şahî bi lîstikên zarokan yên bi coş bi dawî bû.











