Hunermendê Kurd ê navdar Mem Ararat ragihand ku şaredariyên CHPyê ji bo konseran cih nadin wî û wî sansûr dikin.
Mem Ararat li ser hesabê xwe yê Xê qala astengiyên li pêşiya konserên xwe kir û di vî warî de rexneyên tund li şaredariyên CHPyê girtin.
Ararat diyar kir ku şaredariyên CHPyê ji bo konseran cih nadin wî û bersiva telefon û e-maîlan jî nadin.
Hunermendê Kurd di parvekirina xwe de Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel tag kir û bal kişand ser astengiyên şaredariyên Stenbol, Enqere û Bursayê yên ku di destê CHPyê de ne.
“Gelo ev bêtehemuliya li hemberî Kurdî ye?”
Ararat bi pirsên tund berê xwe da birêvebiriya CHPyê û got:
“Niha ez dixwazim bi eşkereyî bipirsim:
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya hêja, birêvebirên hêja yên CHPyê û Birêz Ozgur Ozel, gelo ev sansûr tenê li dijî min e yan jî bêtehemuliya li hemberî ziman û hunera Kurdî ye?”
Mem Ararat di daxuyaniya xwe ya berfireh de bal kişand ser pêvajoya sansûrê û anî zimên:
“Dostên hêja, ez dixwazim rewşeke neyînî ya ku em demeke dirêj e pê re rûbirû dimînin bi we re parve bikim.
Wekî ku hûn dizanin, em li gelek herêmên Tirkiyeyê û derveyî welêt konseran didin.
Mixabin li Tirkiyeyê, em carnan rastî sansûreke eşkere û carnan jî rastî sansûreke veşartî tên.
Derbarê hinek konserên me yên qedexekirî de gelek dozên me yên yasayî hene û pêvajoya darazê ji bo hinekan hîn jî berdewam dike.”
“Şanoya Harbiyeyê deriyên xwe li me girtine”
Ararat da zanîn ku wan li cihên taybet ên Stenbolê bêyî pirsgirêk konser dane lê li cihên fermî rastî astengiyan tên û wiha pê de çû:
“Cihek heye ku di sê salên dawî de, tevî hemû hewldanên kompanyayên organîzasyonê, deriyên xwe ji me re digire.
Ez behsa Şanoya Harbiyeyê ya Stenbolê dikim. Her çend kompanyayên organîzasyonê carnan beriya salekê jî serlêdanê dikin, ji wan re tê gotin ku cih nîne û hemû dagirtî ne.
Di şeş mehên dawî de wan bersiva ti telefon an e-maîlan nedaye.”
“Li Ewropayê dibe, li Stenbolê nabe”
Hunermendê Kurd diyar kir ku ew li salonên herî mezin ên Ewropayê konseran didin lê li bajarên Tirkiyeyê yên di destê CHPyê de ne tên astengkirin:
“Her çi qasî em dikarin bêyî cudakarî li cihên wekî Uber Eats Music Hall a li Berlînê, Le Grand Rex a li Parîsê, Multiversium Schwechat a li Viyanayê, Porsche Arena ya li Stuttgartê, Royal Drury Lane ya li Londonê û Mitsubishi Electric Hall a li Dusseldorfê konseran bidin jî mixabin em nikarin li Stenbol, Enqere, Bursa û gelek bajarên din vê yekê bikin.”
Mem Ararat di dawiya peyama xwe de hilbijêrên Kurd jî bi bîra CHPyê xistin û got, “Ji bîr nekin, hûn bi dengên Kurdan jî hatine hilbijartin.
Biratî li ku ye, demokrasî li ku ye?”
Ararat destnîşan kir ku ji îro û pê ve ew dê hemû cudakarî û neheqiyên ku rastî wan tê bi raya giştî re parve bike.
/Jêder: Rûdaw/










