Maça Vekirinê ya Kûpaya Cîhanê: Meksîka: 2 – Afrîkaya Başûr: 0

NûçeSpor

NÛPEL –  Heyecana Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026an bi fermî dest pê kir. Di maça yekem a Koma A’yê de, yek ji welatên mazûban Meksîkayê li qada xwe tîma Afrîkaya Başûr lîst û bi encameke zelal 3 pûan girtin.

Meksîkayê ku li pêşberî alîgirên xwe derket ser çîmenê, ji serî heta dawiyê kontrola lîstikê di destê xwe de girt. “Aztek”an di xeleka 9an a maçê de bi gola Quiñones 1-0 ketin pêş lîstikê û nîvê yekem bi vê encamê bi dawî bû.

Di nîvê duyem de heyecan û tansiyona maçê hîn zêdetir bû. Ji tîma Afrîkaya Başûr lîstikvan Sithole bi qerta sor ji lîstikê hat avêtin û tîma wî 10 kes ma. Meksîkayê ku ev fersend dît, zextên xwe zêdetir kirin û di xeleka 67an de stêrkê tîmê Raúl Jiménez gola duyem avêt û skor kir 2-0.

Ber bi dawiya maçê de qertên sor li pey hev hatin nîşandan. Di xeleka 84an de vê carê lîstikvanê Afrîkaya Başûr Zwane bi qerta sor ji qadê hat avêtin û tîma mêvan li ser çîmenê 9 kes ma. Di xeleka 90+2yan de jî ji tîma Meksîkayê César Montes bi qerta sor ji lîstikê hat avêtin.

Bi vê encamê re Meksîkayê bi 3 pûanan dest bi kûpayê kir û bû xwediyê moralekî mezin, Afrîkaya Başûr jî di maça yekem de bê pûan ma.

Van jî bibîne

 

Hunergeha Welat straneke nû ya gelêrî belav kir: Keynê’
Şaredariya Rezanê li dijî tundiya mêr atolye li dar xist

Nûçeyên Sereke