Şaredariya Rezanê li dijî tundiya mêr atolye li dar xist

Nûçe

 Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezan a li Amedê di çarçoveya kampanyaya “Gotina me bi dawî nebû, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” de atolyeyên xwe yên li gundan didomîne.

Piştî gundên Alçîmen û Dagsu, li gundê Tezaharapê atolye hat lidarxistin. Di xebatên qadêhatin kirin de jin hatin cemhev. Atolyeyên li ser ‘Rizgarkirina Zayendî’ û tundiya dîjîtal hatin lidarxistin.

 Di komxebatê de bi jinan re li ser rolên zayendî, newekhevî û tundiyê nirxandin hatin kirin û tecrube û raman hatin parvekirin. Herwiha girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê û ji bo hêza hevgirtinê hat destnîşankirin.

 /Ajansa Mezopotamya/

Van jî bibîne

 

Rapora Sûriyeyê: Ji bo Elewî û kêmneteweyan banga lezgîn!

Nûçeyên Sereke