Ji 600 saziyan ji bo TBMM’ê rapora Sûriyeyê: Ji bo Elewî û kêmneteweyan banga lezgîn!

Nûçe

NÛPEL – Rapora ku di bin pêşengiya saziyên Elewiyan, rêxistinên sosyalîst û Civaka Mafên Mirovan a Sûriyeyê (AHRS) de hat amadekirin û îmzeya 606 saziyan li ser e, li TBMM’ê pêşkêşî partiyên siyasî hate kirin. Di raporê de bal hat kişandin ser êrîşên li Sûriyeyê yên li dijî kêmneteweyên olî û etnîkî û bi taybetî jî li dijî Elewiyan; her wiha hat xwestin ku komisyoneke lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin, korîdora alîkariya mirovî bê vekirin û şandeyên serbixwe ji herêmê re bên şandin.

Rapora ku di bin pêşengiya saziyên Elewiyan, rêxistinên sosyalîst û Civaka Mafên Mirovan a Sûriyeyê (AHRS) a ku navenda wê li Almanyayê ye de hat amadekirin û îmzeya 606 saziyên ji welatên cuda yên cîhanê li ser e, li Civata Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) pêşkêşî partiyên siyasî hate kirin.

Di daxuyaniya hevpar de hat îddîakirin ku serokê HTŞ’ê Ebû Mihemed el-Colanî û hêzên pê re ku rêveberiya Sûriyeyê di destê wan de ye, li dijî kêmneteweyên olî û etnîkî û bi taybetî jî li dijî Elewiyan polîtîkayên pergalî yên zext û şîdetê dimeşînin. Di daxuyaniyê de hat parastin ku tiştên diqewimin ji bo Elewiyan veguherîne komkujiyeke organîze û hat diyarkirin ku divê bala raya giştî ya neteweyî û navneteweyî careke din bibe ser herêmê.

“HESASÎ BI ŞÊWAZEKÎ METIRSÎDAR KÊM BÛ”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berteka navneteweyî ya ku di serdemên pêşîn de li dijî êrîşên li Sûriyeyê derketibû holê, hinekî pêşiya komkujiyan girtibû, lê ji ber geşedanên dawî yên di rojeva cîhan û Tirkiyeyê de, hesasiyeta li hemberî binpêkirinên mafan ên li herêmê bi şêweyekî giran kêm bûye.

Ji ber vê yekê hat destnîşankirin ku rapora amadekirî bi piştgiriya 606 saziyên ku ji Amerîkayê heta Awistralyayê di qadên cuda de çalakiyan dimeşînin hatiye amadekirin û gihandine partiyên siyasî yên li TBMM’ê.

Hat diyarkirin ku rapor pêşkêşî Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Murat Emir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Wekîlên Serokê Koma Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi / Saadet-Gelecek Grubu) Mehmet Emîn Ekmen û Selçuk Ozdag û Wekîlê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Ugur Poyraz hatiye kirin. Di heman demê de hat diyarkirin ku bi Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik û Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca re jî hevdîtin hatine kirin û rapor ji wan re hatiye şandin.

Hat ragihandin ku îmzeyên hatine komkirin jî radestî Wekîlê Serokê TBMM’ê Tekîn Bîngol hatine kirin.

DAXWAZA KOMÎSYONA MECLÎSÊ

Di hevdîtinan de di nav daxwazên ku ji partiyên siyasî re hatin ragihandin de, banga avakirina komisyoneke lêkolînê di bin sîwana TBMM’ê de ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan ên li Sûriyeyê li cihê bûyerê, derket pêş.

Di daxuyaniyê de hat tewskirin ku divê di komisyona ku wê bê avakirin de nûnerên rêxistinên mafên mirovan, saziyên Elewiyan, rojnamevan, kedkarên tenduristiyê û rêxistinên jinan jî cih bigirin.

“DIVÊ KORÎDORA ALÎKARIYA MIROVÎ BÊ VEKIRIN”

Saziyên ku rapor amade kirine, daxwaz kirin ku ji bo gihandina xwarin, derman û pêdiviyên bingehîn ji qurbaniyên komkujiyê re yên ku li herêmê têkoşîna jiyanê didin, korîdoreke alîkariya mirovî ya ku ji kontrola navneteweyî re vekirî ye, tavilê bê vekirin.

Di daxuyaniyê de her wiha banga şandina şandeyeke serbixwe ji bo herêmê hat kirin, da ku kujeriyên jinan, êrîşên zayendî, revandina zarokan, pêkanînên bi zorê guhertina ol, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û polîtîkayên koçberkirina bi zorê bên lêkolînkirin.

“MIJÎN HAT BIRÎN ROJEVA PARLAMENTOYÊ”

Şandeyê diyar kir ku hevdîtinên li TBMM’ê hatine kirin ji aliyê partiyên siyasî ve erênî hatine pêşwazîkirin û parlamenteran ev mijar anîne ser kursiyê Meclîsê.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Tevî rojeva siyasî ya gurr û qelebalîg a welat, em dengvedana dengê gelên bindest ên Sûriyeyê di parlamentoyê de girîng û bi nirx dibînin.”

Saziyên Elewiyan, rêxistinên sosyalîst û Civaka Mafên Mirovan a Sûriyeyê (AHRS) diyar kirin ku wan di 10’ê Hezîranê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li TBMM’ê ev xebat ji raya giştî re ragihandine û spasiya 606 saziyên ku piştgirî dane raporê kirin.

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Em ê bi biryardarî li dijî sûcên li dijî mirovahiyê bisekinin û parastina mafên gelên bindest bidomînin.”

Çavkanî: Pîrha

Van jî bibîne

 

Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo Rojhilata Navîn civiya

Nûçeyên Sereke