Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo Rojhilata Navîn civiya

CîhanNûçe

Duh Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî, ji bo rewşa li Rojhilata Navîn, civîneke payebilind li dar xist. Di civînê de, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres behsa bandora şerê heyî li ser tevahiya cîhanê kir û li ser rewşa Libnanê jî got ku divê hemû êrîş rawestin û ti hincet nayê qebûlkirin.

Duh Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî, li jêr sernavê `Gihîştina çareseriya siyasî li Rojhilata Navîn’ navbeynkarî û diyalog ji bo gihîştina aştiyeke mayînde` civiya.

Civîn bi serokatiya serokê Colombiyayê Gustavo Petro Urrego ku welatê wî vê mehê serokatiya Konseya Ewlekariyê dike, pêk hat û bêhtirî 70 berpirs beşdar bûn.

Di civînê de Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres axivî û hişyarî da ku Rojhilata Navîn ber bi krîzê ve dişemite.

Guterres: Divê êrîşên li Libnanê rawestin

Guterres tekez kir ku ev krîz tenê li vê herêmê sînordar namîne, lê belê dê bandorê li tevahiya cîhanê bike.

Antonio Guterres behsa bandora şerê heyî yê li Rojhilata Navîn û encamên wî yên wekî rageşiyên siyasî, koçberî, nebûna ewlehiyê, qutbûna rêyên bazirganiyê û bilindbûna nirxên xurek û sotemeniyê kir.

Guterres behsa rewşa li Libnanê kir û banga çareseriyeke dîplomasî kir ku tê de serweriya Libnanê û xaka wê, li gorî biryara Konseya Ewlekariya ya hejmar 1701, were rêzgirtin.

Di heman çarçoveyê de, Sekreterê Giştî yê NY diyar kir ku bilindbûna asta rageşiyê, dê yekser bandorê li Sûriyê jî bike û got:

“Piştî bêhtirî 13 salan ji tundûtûjiyê, gelê Sûriyê di dawiyê de dîsa hêvî girt ku ber bi aştî û aramiyê ve biçe.

Divê êrîşên li Libnanê rawestin. Ti hincet nayên qebûlkirin. Divê çek tenê di destê hikumeta Libnanê de bimîne.”

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres bang li hemû aliyan kir ku pabendî peymanên rawestandina şer bibin.

/nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Ji 600 saziyan ji bo TBMM’ê rapora Sûriyeyê: Ji bo Elewî û kêmneteweyan banga lezgîn!
22 welatên cîhanê ji Îranê re: Êriş û gefên xwe yên li derveyî welat rawestînin

Nûçeyên Sereke