BERLÎN (Nûpel) – Nivîskar û helbestvana naskirî ya Kurd Yildiz Çakar, li paytexta Elmanya Berlînê beşdarî xwendina helbestan a “Lesungen im Grünen” dibe. Ev bername ji aliyê saziya navdar a edebiyatê Haus für Poesie ve tê organîzekirin.
Bername di 13’ê Hezîranê ya 2026’an roja şemiyê saet di 13:00’an de dest pê bike. Di çalakiyê de helbest û berhemên Çakar dê bi zimanên Kurdî û Elmanî ji bo hezkiriyên edebiyatê werin xwendin.
Yildiz Çakar kî ye?
Yildiz Çakar ku di sala 1978’an de li Amedê ji dayik bûye, yek ji helbestvan û romannivîsên herî girîng ên wêjeya kurdî ya modern e. Wê heta îro deh pirtûk weşandine. Dîwana wê ya helbestan a bi navê “Mohra Reş” di sala 2024’an de derket. Helbesta ku navê xwe daye pirtûkê, ji bo projeya şanoya dîjîtal a bi navê Lockedown Locked In hate adaptekirin û di Festîvala Fîlman a Hunerî ya Navneteweyî ya Atînayê (Athens International Art Film Festival) de xelata “Senaryoya Orjînal a Herî Baş” bi dest xist.
Çakar di helbestên xwe de bêtir giranî dide ser babetên mîna mirin û sirgûnê. Hêza helbestên wê ne di form û pîvanên klasîk de, lê di şêwaza wê ya bêhempa ya îfadekirinê de ye. Şêwaza wê ya poetîk û zimanê wê yê wêneyî, koka xwe ji çavkaniyên dîrokî yên kevneşopî û devkî digirin; bi vî rengî wê zimanekî wêjeyî yê resen û taybet afirandiye.
Bername (13.6.26)
• 13:00 Armeghan Taheri, Ryan Van Winkle (EN), Yang Lian (ZH), Aljaž Koprivnikar (SL)
• 14:00 Tristan Marquardt, Yildiz Çakar (KUR), Abdalrahman Alqalaq, Dima Albitar Kalaji (AR)
• 15:00 Bohdan Piasecki, Logan February, Awuor Ouma, Sage Ni’Ja Whitson (hemû bi EN)
• 16:00 Farhad Showghi, Aurélie Maurin û Annie Rutheford, Annelie David (NL), Roberto Amezquita (ES), Yu Sheng Tsou (ZH)
Pêşkêşvan: Felix Schiller
Nivîskar her yek 15 xulekan dixwînin. Hemû zimanên orjînal, ji bilî Îngilîzî, li ser dikê tên wergerandin bo zimanê Almanî.
Beşdar:
Aljaž Koprivnikar • Ryan Van Winkle • Yang Lian • Tristan Marquardt • Armeghan Taheri • Abdalrahman Alqalaq • Dima Albitar Kalaji • Bohdan Piasecki • Logan February • Awuor Ouma • Sage Ni’Ja Whitson • Farhad Showghi • Aurélie Maurin • Annie Rutherford • Annelie David • Roberto Amézquita • Yu-Sheng Tsou • Yildiz Çakar
Cih: silent green Gerichtstraße 35, 13347 Berlin
Têketin: Bêbilet










