AMED (Nûpel) – Navenda Jiyana Bêgluten a Peyasê, ku bi taybetî ji bo nexweşên çolyakê berhemên tendurist û bêgluten pêşkêşî gel dike, bi boneya 9’ê Gulanê Roja Haydariya Çolyakê, sahiyek li dar xist.
Di sahiyê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, berpirs û endamên Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê, alîkarên hevşaredaran, Komeleya Xwarinê ya Bêgluten û Çolyakê, saziyên sivîl, nexweşên çolyakê û malbatên wan amade bûn.
Hevşaredaran di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya pirsgirêka çolyakê û gotin ku li herêmê herî kêm 10 hezar nexweşên çolyakê hene. Wan destnîşan kir ku ew weke şaredariyeke ku bi feraseta civaka demokratîk xizmetê dide gelê xwe, serbilind in û bi berdewamî xebatên xwe yên di warê tenduristiya gel û jiyana tendurist de didomînin.
Komeleya Xwarinê ya Bêgluten û Çolyakê jî spasiya şaredariyê kir û kêfxweşiya xwe ya ji ber vê piştgiriya bi bandor anî ziman.
Di çarçoveya sahiyê de standa palyaçoyê ji bo zarokan hat vekirin û zarok bi çalakiyên kêfxweş den derbas kirin. Her wiha nexweşên çolyakê ji aliyê pisporan ve hatin muayene kirin û pakêtên alîkariyê yên ku ji hêla Şaredariya Peyasê ve hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.
Ev sahî ji hêla nexweşên Çolyakê ve weke nimûneyeke baş a piştgiriya civakî û xebata tenduristiyê ya li ser asta herêmê hate dîtin.










