PAK: Di êrişeke Îranê de 9 pêşmergeyên me birîndar bûn

Nûçe

NÛPEL – Endamekî Serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku baregehên “Supaya Milî ya Kurdistanê” yên li nêzîkî Kampa Dareşekranê, ji aliyê Îranê ve bi dron û mûşekan hatine armanckirin.

Li gorî amarên destpêkê, di encama êrişê de 9 pêşmerge birîndar bûne.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya Rojhilatê Kurdistanê Edîb Xalidiyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro baregehên “Supaya Milî ya Kurdistanê” yên li devera Çemşarê rastî êrişê hatine. Devera Çemşarê li nêzîkî Kampa Daraşekranê ye.

9 pêşmerge birîndar bûn

Edîb Xalidiyan li ser zirarên êrişê anî ziman ku 9 pêşmerge birîndar bûne û birînên 4an ji wan giran in. Xalidiyan da zanîn ku Îranê di êrişê de 2 dron û mûşekek bi kar anîne.

Tevî ku 8ê Nîsanê di navbera Amerîka û Îranê de agirbest hatibû ragihandin jî êrişên Îranê yên bi dron û mûşekan ên li ser baregeh û kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin.

Çavkanî: Rûdaw

Van jî bibîne

 

Bêrîvan Îsmaîl: Ev hilbijartin nûnertiya gelê Kurd nake
Qalîbaf û Araqçî gihîştin Qeterê

Nûçeyên Sereke