Şaredariya Licê ji Bo Ciwanan Geşteke Bêpere ya Mêrdînê Organîze Kir

NÛPEL – Şaredariya Licê, bi minasebeta hefteya Cejna Zimanê Kurdî, bi pêşengiya navenda çand û hunerê ya AFA’yê, bi tevlîbûna hevşaredar Dilek Diyar Ozer, Firat Demir û endamên meclîsa şaredariyê ji bo ciwanên navçeyê geşteke rojane û dîrokî ber bi Mêrdînê ve organîze kir. Ev ger bi taybetî ji bo ciwanên temenê wan di navbera 17 û 25 saliyê de hat amadekirin.

Di çarçoveya vê geştê de, ciwanan fersend dît ku cih û warên dîrokî yên herêmê ji nêz ve bibînin. Cihên ku di bernameya gerê de cih girtin ev in:

• Bajarê Antîk ê Darayê: Ciwan li vê derê li şopên dîroka kevnar geriyan.

• Kela Zêrzîvanê: Wekî xaleke girîng a dîrokî û çandî hat ziyaretkirin.

• Keşîşxaneya Deyrulzafaranê: Ciwanan serdana vê manastira qedîm kir û li ser mîmariya wê ya pîroz agahî girtin.

Ev xebata Şaredariya Licê ji aliyê ciwanan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin û bîranînên tije zanîn û kêfxweşî li pey xwe hiştin.

 

Van jî bibîne

 

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji çekên Amerîkayê ne agahdar e
Çorum FK bû Şampiyon: Piştî Erzurumspor û Amedsporê Çorûm FK jî derbasî Super Lîgê bû

Nûçeyên Sereke