Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji çekên Amerîkayê ne agahdar e

Nûçe

NÛPEL – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku Herêma Kurdistanê ji şandina tu barên çekan ên ji Amerîkayê ne agahdar e.

Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamegeriyê de bersiva pirseke li ser îdiayên radestkirina çekên Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê da û got:

“Divê ev pirs ji rayedarên Amerîkayê bi xwe were pirsîn. Çimkî eger Amerîkayê çek radest kiribin, bê guman dizane ka radestî kê kirine. Ez dikarim li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibêjim ku em ne agahdar in. Bila ew aliyê ku Amerîkayê çek radestî wî kirine, paşê eşkere bibe.”

Îdiayên Donald Trump

Her wiha Alîkarê Berpirsê Ofîsa Mesrûr Barzanî, Ezîz Ehmed, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke li ser zarê Mesrûr Barzanî belav kir. Di wê daxuyaniyê de hatibû nivîsandin: “Herêma Kurdistanê ji şandina tu barên çekan ên ji aliyê Amerîkayê ve ne agahdar e.”

Donald Trump, 5ê Nîsana 2026an di hevpeyvînekê de ku bi rêya telefonê bi nûçegihanê kanala Fox Newsê Trey Yingst re kiribû, diyar kiribû ku îdareya wî bi rêya navbeynkarên Kurd “gelek çek” ji bo xwenîşanderên li Îranê şandine. Trump da zanîn ku çek negihîştine destê kesên mebest, çimkî “Kurdan çek ji bo xwe birine.”

Bersiva Marco Rubio û rayedarên leşkerî

Tora Medyayî ya Rûdawê 5ê Gulana 2026an di konferanseke rojnamegeriyê ya li Koşka Spî de ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pirsî ka ew dikare eşkere bike kîjan komên Kurd ew çek birine? Rûdawê her wiha ji Rubio pirsî ka Washington dixwaze wan çekan li paş ve wergire yan hîn jî dixwaze wan bigihîne sivîlên li Îranê.

Rubio rasterast bersiva pirsê neda û li şûna wê bal kişand ser êşa xwenîşanderên li Îranê û got:

“Tiştê ku Serok tîne zimên… Ew e ku ji ber van dîmenan xemgîn e. Bifikire ku tu Îranî bî; tu ne kêfxweş î ku aboriya we ji bo we ne bi fêde ye û azadiya we tune ye. Hevalên we hene ku ji ber xwenîşandanê gule li serê wan ketiye.”

Lê belê rayedarekî leşkerî yê Amerîkayê, 13ê Gulana 2026an di bersiva Rûdawê ya li ser îdiayên birina çekan a ji aliyê Kurdan ve got: “Ew rapor xelet in û me tiştekî wiha nedîtiye.”

Gotinên wî rayedarê Amerîkayî yên ji bo Rûdawê, di heman roja ku Donald Trump careke din Kurd bi birina wan çekan tawanbar kirin de hatin. Trump îdia kiribû ku Amerîkayê çek ji bo Herêma Kurdistanê şandine da ku bigihîjin destê xwenîşanderên li Îranê.

Çavkanî: Rûdaw

Van jî bibîne

 

Şaredariya Licê ji Bo Ciwanan Geşteke Bêpere ya Mêrdînê Organîze Kir

Nûçeyên Sereke