AMED (Nûpel) – Atolyeya du rojan a bi navê “Qadeke Giştî ya Cûda” û “Paradîgmayeke Nû ya Bajarvaniyê” ku ji aliyê Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê ve hatibû organîzekirin, ji raya giştî re hate ragihandin.
Di atolyeyê de beşdar li ser nêzîkatiyeke nû ya rêveberiya herêmî li hev kirin; nêzîkatiyek ku hiyerarşiyan hilweşîne, beşdarî û hevkariyê pêş bixe, parvekirina zanînê xurt bike û fêrbûna dualî derxe pêş.
Şaredariya Peyasê ev atolye bi beşdariya akademîsyen, rêveberên şaredariyê, gerînendeyên yekeyên cuda (Park û Baxçe, Plansazî û Proje, Çand û Karên Civakî, Polîtîkayên Jinan, Ciwan û Sporê) û komîsyonên wekheviya zayendî, yasayî, ekolojîk, astengdar, jin, perwerdehî û çandê li dar xist.
Paşeroja Bajêr û Perspektîfên Nû
Di atolyeyê de paşeroja bajêr, rêveberiyên herêmî û pêşkêşkirina xizmetan ji perspektîfa van her du mijarên bingehîn hatin nîqaşkirin. Di daxuyaniya encamê de wiha hate gotin:
“Me di atolyeya xwe de pêdiviyên ku ji qadê derdikevin, daxwazên gel û çavkaniyên heyî bi hev re nîqaş kirin. Me bi rêya xebatên qadê û hevpeyvînên rûbirû; têkiliyên bi taxan re, formên nûnertiyê û derfetên beşdariyê ji nû ve vekoland. Lêgerîna li ‘qadeke giştî ya cûda’ bi berfirehî hate nirxandin.”
Di atolyeyê de li ser nêzîkatiyeke rêveberiya herêmî li hev hate kirin ku “hiyerarşiyan hilweşîne, beşdarî û hevkariyê bixe pêş, rêxistin û komîteyên taxan xurt bike û fêrbûna dualî pêş bixe.”
Qada Giştî wekî Navenda Têkiliyên Civakî
Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku hemû beşên civakê dê bibin xwedî gotin û qada giştî ne tenê mekanekî fîzîkî ye, lê belê qada ji nû ve avakirina têkiliyên civakî ye. Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“Li dijî têgihiştina qada giştî ya yekreng, dûr û pasîv a ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve tê ferzkirin; em dixwazin qadeke giştî ya piralî, têkildar, li ser bingeha hevgirtin û azadiyê ava bikin.”
Di vê çarçoveyê de, ev xal wekî prensîbên sereke hatin diyarkirin:
Xurtkirina mekanîzmayên hilberîna kolektîf.
Zêdekirina koordînasyona di navbera yekeyên şaredariyê de.
Şefafî, exlaq û berpirsiyarî di pêvajoyên biryargirtinê de.
Parastina çand, ziman û nasnameyan; piştgiriya pirzimanîbûnê.
Misogerkirina beşdariya wekhev a jinan, zarokan, kal û pîran û astengdaran.
Xurtkirina pratîkên jiyana ekolojîk.
Rêyeke Nû ya Jiyanê
Atolye li Parka 75an hate lidarxistin û di nîqaşan de qeyranên wekî erdhej û felaketên xwezayî jî hatin nirxandin. Beşdaran ramanên xwe yên derbarê başkirin û veguherandina warên jiyanê parve kirin û diyar kirin ku wan rêyeke nû ya jiyanê ya li gorî prensîbên bingehîn daniye pêşiya xwe.
Şaredariya Peyasê ragihand ku ew ê di demek nêz de van pêşniyaran veguherînin polîtîka û pratîkên berbiçav. Ev pêvajo ne tenê wekî xebateke rêveberiyê, lê wekî pêvajoyeke veguherîna civakî hate pênasekirin:
“Em bajarê xwe li ser bingeha paradîgmayeke bajarvaniyê ya azad, demokratîk, ekolojîk û li ser azadiya jinan ji nû ve ava dikin. Em biryardariya xwe ya ji bo avakirina Peyaseke hê xurtir careke din dubare dikin.”










