NÛPEL – Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, deklarasyona 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya herêma Serhedê aşkere kirin û daxwaza berfirehtirkirina têkoşîna zimanê kurdî kirin.
Saziyên zimanê kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê Deklarasyona 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya Herêma Serhedê aşkere kir. Di deklarasyonê de pankarta “Statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî” hat vekirin û lolîpopên bi nivîsên “Zimanê kurdî dilê gel e”, “Kurd, Kurdî, Azadî”, “Em statuya zimanê kurdî dixwazin” û “Perwerdehiya bi kurdî” hatin rakirin. Tevî endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl, parlamenterên DEM Partiyê û gelek zimanhaz jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
‘Dixwazin kurdî ji holê rakin’
Hevserokê Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Mesût Kertîş metna deklarasyonê xwend û diyar kir ku di encama têkoşîna neteweya kurd de hewldanên asîmilasyonê têk çûne. Kertîş anî ziman ku zimanê kurdî hîn jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin û got:
“Bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê kurdî berdewam dikin. Bi serwerkirina zimanê tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku kurd lê dijîn, armanc ew e ku kurd bên pişaftin û zimanê kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe. Ev jî wekî tê zanîn sûcekî mirovahiyê ye.”
‘Tecrîda li ser Ocalan û ya li ser kurdî rasterast têkildarî hev in’
Mesût Kertîş behsa nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”. Kertîş wiha berdewam kir:
“Banga birêz Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê kurdî jî xurt dike. Em careke din dibêjin ku em heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne. Mafên neteweya kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî ne mijara bazarê ne. Divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin, zimanê kurdî bibe xwedî statu û di nav perwerdehiyê de civakeke azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin.
Bêguman ji bo ku ev yek pêk bê, divê Birêz Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civateke demokratîk serbest û azad tevbigere. Divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin; di serî de zimanê kurdî, divê nasname û hemû nirxên neteweya kurd û statuya kurdan a xwerêveberiyê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên naskirin û di makezagonê de bên mîsogerkirin. Em baş dizanin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan û tecrîda li ser zimanê kurdî rasterast têkildarî hev in.”
Xebatên ku dê bên kirin
Kertîş derbarê xebatên 15’ê Gulanê de ev agahî dan:
“Li ser bingeha van rastiyan; em ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê de li herêma Serhedê çalakî û bernameyên cur bi cur li dar bixin. Em ê van xebatan li hemû navçe, gund, tax û kolanan, di nav ciwan, zarok, esnaf û hemû qadên civakê de belav bikin.
Plansaziyeke têr û tijî hatiye amadekirin ku tê de; meş, daxuyaniyên girseyî, belavok, pankart û bîlbordên bi kurdî, civînên gel, forum, konên ziman, hînkirina alfebeyê, bernameyên helbest û dengbêjiyê, şano, pêşangehên pirtûkan, panel, sempozyum, konser û xebatên li ser qada dîjîtal hene.”
Bang li partî û saziyan kir
Mesût Kertîş bang li hemû kurdan kir û got:
“Em bang li hemû tevger, partî, sazî, jin, ciwan, rewşenbîr û kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dikin: Werin em li dor zimanê kurdî yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Her rojê bikin cejna zimanê kurdî. Her mal, gund û taxê bikin dibistaneke kurdî û kurdîgehekê.”
15’ê Gulanê diyarî Sêvê Demîr û Denîz Bulbun kirin
Kertîş di dawiya axaftina xwe de got:
“Em 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di kesayetiya pêşengên zimanê kurdî yên nemir Sêvê Demîr û Denîz Bulbul de, diyarî hemû cangorî û têkoşerên zimanê kurdî dikin. Cejna Zimanê Kurdî li me hemûyan pîroz be.”










