DAD’ê Bertekek Tund Nîşanî “Lutkeya Dede/Pîran” Da: Ev Projeya ‘Bawerî-Kujî’ ye!

Nûçe

NÛPEL – Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), bertekek tund nîşanî “Lutkeya Pîran” da ku wê ji aliyê Serokatiya Cemxaneyan a ser bi Wezareta Çand û Turîzmê ve, di salvegera Komkujiya Dersîmê ya 4’ê Gulanê de pêk were. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev hewldan projeyeke “bawerî-kujî” ye.

Komeleya Elewiyên Demokratîk di daxuyaniya xwe ya ji bo raya giştî de, “Lutkeya Pîran” a ku Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Elewî-Bektaşiyan plan dike di 4’ê Gulanê de li Dersîmê li dar bixe, wekî “mudaxeleya qeyûm” bi nav kir. Komeleyê bi bîr xist ku 4’ê Gulanê ji bo gelê Dersîmê Roza Şayê (Roja Reş) ye û diyar kir ku ev civîna di vê dîrokê de tê kirin, rîzamendiya wê ya civakî tune ye.

“Hewldana Asîmîlasyon û Endezyariyê”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokatiya Cemxaneyan ji roja hatiye avakirin ve ji aliyê civaka Elewî ve wekî “Diyaneta Elewiyan” tê dîtin û tê redkirin. Hat parastin ku xebatên Serokatiyê “endezyariya senteza Tirk-Îslamê” ye û wiha hat gotin:

“Ev hewldana ku dixwaze dest biavêje gelek qadan; ji xişartina têgehên bingehîn ên Elewîtiyê bigire heta pênasekirina qadên îbadetê, dixwaze Elewîtiyê bixwe bikişîne nav krîzeke hebûnî.”

“Dersîm bi Taybetî Tê Armancgirtin”

Hat destnîşankirin ku Dersîm ji ber ku navenda îtiqada Raa/Rêya Heq û serçeşmeya ocaqan e, bi taybetî hatiye armancgirtin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser dema vê lutkeyê û hat bi bîrxistin ku di dema komkujiya 37-38’an de gelek ewladên ocaqan hatine qetilkirin; loma di salvegera vê rojê de li dar xistina civîneke li ser bingeha “meaş û memurtiyê” di wijdanê Elewiyan de cihê xwe nîne.

“Yên Tevlî Lutkeyê Bibin Dê Wekî ‘Düşkün’ (Rêderketî) Werin Ragihandin”

DAD’ê bang li navên ku nûnertiya kevneşopiya ocaqan dikin kir û diyar kir ku bêyî rîzamendiya taliban tevlîbûna organîzasyonên wiha, webaleke giran e. Komeleyê xwest ku her kes li ser îqrara Rê bimîne û ev hişyarî da: “Heqîqeta Rêya me, kesên di vê lutkeyê de cih digirin wekî ‘düşkün’ (rêderketî) pênase dike.”

Di beşa encamê ya daxuyaniyê de hat gotin ku divê dewlet dev ji hewldanên pênasekirina Elewîtiyê berde û ev daxwaz hatin rêzkirin:

Serokatiya Cemxaneyan divê tavilê bê betalkirin.

Divê êrişên li dijî rastiya bawerî û civakî ya Dersîmê bi dawî bibin.

Divê “polîtîkayên kolonyal” û stratejiyên asîmîlasyonê yên li ser Dersîmê werin rawestandin.

Daxuyaniya DAD’ê bi dirûşma “Zeman bêxwedî, Mekan bêrîza, Mazlûm bêçare nîn e!” bi dawî bû.

Van jî bibîne

 

Deklarasyona 15’ê Gulanê ya Serhedê Hat Eşkerekirin
Li dijî GES’ê berxwedan bi ser ket: Proje hat betalkirin

Nûçeyên Sereke