LICÊ (Nûpel) – Di salên 90’î de li Bakurê Kurdistanê polîtîkayên “valakirina gundan” birînên kûr di bîra civakê de hiştin. Li gorî daneyên fermî û saziyên mafên mirovan, di wê serdemê de ji aliyê hikumeta Tansu Çiler ve hejmara gundên hatine valakirin 820, hejmara mazrayan (gundikan) 2.345 û hejmara mirovên bi zorê hatine koçberkirin 378.335 e. Wezareta Karên Navxweyî jî têkildarî heman demê eşkere dike ku 945 gund û 2.021 mazra hatine valakirin û 358.335 kes ji cih û warên xwe bûne.
Li gorî daneyên ne fermî zêdetirî 5 hezar gund hatin şewitandin û bi milyonan mirov bûn penaberên navxweyî. Yek ji navendên herî giran ku ev heramkarî lê hat meşandin jî navçeya Licê ya Amedê bû.
Dîroka Kevnar Di Nav Agir De Ma
Dîroka gund heta “Serdema Kevirî” diçe û wekî yek ji niştecihên herî kevn ên Licê tê naskirin; navê wê yê dîrokî Qulî, paşê bûye Serê Bîrê û navê wê yê niha jî Husênik e. Ev gund di dîroka xwe de sê caran hatiye şewitandin û neçar maye ku cih û navê xwe biguherîne.

Ev gundê dîrokî herî dawî di sala 1994’an de bû hedefa êrîşan. Wê demê gund ji 130 malan pêk dihat û di meha Gulanê de ji aliyê yekîneyên girêdayî Tugaya Komando ya Boluyê ve hat dorpêçkirin û bi temamî hat şewitandin.
Şêniyên gund ên ku ji Nûpel TV re axivîn, behsa wê roja reş û travmaya ku bi salan e didome kirin. Gundiyên ku neçar man koçî metropolan bikin, di nav kuçeyên nenas de têkoşîna jiyanê dan, lê dilê wan her tim li ser axa wan ma.
“Mirov bi Axa Xwe Mirov e”
Şêniyên Husênikê yên ku piştî salan vegeriyan ser xirbeyên malên xwe, diyar kirin ku tu zext û zordarî nikare girêdana wan a bi axê re qut bike. Gundiyan di daxuyaniyên xwe de bal kişandin ser girîngiya nasname û çandê:
“Mirov bi axa xwe, bi zimanê xwe û bi çanda xwe mirov e. Heger tu rêzê li nirxên civakan negirî, tu nikarî bibî dewlet. Em xwediyê vê axê ne û cihê me li vê derê ye. Tu hêz nikare me ji ser vê axê dûr bixe.”
Bîra Civakî Zindî ye
Li Licê di fermiyetê de 62 gund û 112 mezre hene. Ji van gund û mezrayan çend gundên ku pergala cerdevaniyê qebûl kirine ne têxe tevahiya gund û mezre bi heman rengî hatibûn şewitandin. Şêniyên herêmê destnîşan dikin ku her çiqas bi ser bûyerê re bi dehan sal derbas bûne jî, îşkence, kuştin û koçberiya ku hatî jiyîn hê jî di bîra wan de mîna roja pêşîn zindî ye.
Şêniyên gundê Husênikê ku di salên 90’î de ji aliyê dewletê ve hatibû şewitandin, piştî 32 salan behsa wê roja reş, êşkence, koçberî û qetilkirina gundiyan kirin. Şahidan diyar kirin ku wan ne tenê malên xwe, lê jiyana xwe jî di nava agir de hiştine.
Di salên 1990’î de li herêma Kurdistanê bi hezaran gund bi hincetên “ewlehiyê” hatin şewitandin û valakirin. Şêniyên gundekî ku rastî vê zilmê hatine, piştî bi dehan salan bêdengiya xwe şikandin û behsa hovîtiya ku bi çavên xwe dîtine kirin.
‘Dayika min di nava agir de ma’

Şahidê wê roja reş Tahir Korkut, bi keder behsa kêliya şewitandina gundê xwe kir. Korkut diyar kir ku eskeran bi zanebûn rê li ber wî girtine ku ew dayika xwe ya çavên wê nabîne ji nav agir rizgar bike.
Tahir Korkut, yek ji şahidên zindî yên ku gundê wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû şewitandin, bi hûrgulî behsa wan kêliyên tirsê kir. Korkut da zanîn ku dema agir bi ser malan de hatibû berdan, dayika wî ya ku çavên wê nedidîtin di nav malê de asê mabû.
Korkut, hewildanên xwe yên ji bo rizgarkirina dayika xwe bi van gotinan vegot:
“Dema agir girtibû derdorê, dayika min a ku çavên wê nedidîtin di hundir de girtî mabû. Min xwest ez herim wê derxînim, lê eskeran nedihişt. Her carê ku min hewl da ez agir vemirînim yan jî xwe bigihînim malê, eskeran çekên xwe berê min dan.”
Korkut bal kişand ser wê yekê ku şewitandina gund ne ji raserî bû, lê bi plan û zanebûn hatibû kirin. Di nava keder û êşê de, wî diyar kir ku her tiştê wan di ber çavên wan de bûye xwelî û got:
“Wan bi zanebûn dixwest ku her tiştê me bişewite û bibe xwelî. Destûr nedan ku em canê xwe û malê xwe ji agir biparêzin.”
‘Gundî wek mertalên zindî hatin bikaranîn’

Zelîxe Deniz bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li gundên Licê û diyar kir ku mêrê wê, tiyê wê û gundiyên wan hatine desteserkerin û wek “mertalên zindî” hatine bikaranîn.
Zelîxe Deniz, derbarê zext û zordariyên ku li herêmê qewimîne de agahiyên girîng parve kirin. Deniz destnîşan kir ku di dema operasyonan de mêrê wê, tiyê wê û du gundiyên din ji aliyê hêzên dewletê ve hatine birin û li navçeya Licê bi rojan rastî êşkenceyên giran hatine.
Deniz, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hovîtiya ku li ser xizmên wê hatiye meşandin û wiha got:
“Mêrê min, tiyê min û du gundiyên me wek ‘mertalên zindî’ birin navçeya Licê. Li wir bi rojan êşkenceyên giran li wan hatin kirin. Ev ne tenê li ser malbata me, li ser hemû gundiyan zextên mezin bûn.”
Deniz her wiha bal kişand ser encamên wêranker ên şewitandina gundan û koçberiya piştî wê. Deniz diyar kir ku piştî gundên wan hatin şewitandin, ew neçar mane koçî navenda Amedê bikin.
Zelîxe Deniz zehmetiyên ku li bajêr kişandine bi van gotinan anî ziman: “Piştî ku em hatin Amedê, me bi salan têkoşîna jiyanê da. Em bi salan bi birçîbûn û tîbûnê re rû bi rû man. Mal û milkên me şewitîn, lê ya herî giran jî êş û êşkenceyên ku li me hatin kirin bûn.”
‘Bi goreyên di destê xwe de hat qetilkirin’

Mehmet Ay, ku şahidê zext û zoriyên li gundê wan pêk hatine e, bi hêsirên çavan behsa qetilkirina gundiyê bi navê Wehyadîn û şewitandina gundê xwe kir. Ay diyar kir ku beriya gund were şewitandin, Wehyadîn di nav rezê xwe de hatiye qetilkirin û malbata wî bi salan di bin zilmê de maye.
Mehmet Ay, dema behsa dîtina cenazeyê gundiyê xwe Wehyadîn dikir, nekarî xwe ragire û rondik ji çavên wî barîn. Ay bal kişand ser hovîtiya ku hatiye kirin û dîtinên xwe bi van gotinan anî ziman:
“Wehyadîn du-sê roj beriya şewitandina gund, li nav rezê xwe hat qetilkirin. Dema me cenazeyê wî dît, goreyên wî di destên wî de bûn û tiliya wî ya eşhedê bilindkirî bû. Ew dîmen tu carî ji ber çavên min naçe.”
Ay di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî qetilkirina Wehyadîn, gund ji aliyê eskeran ve hatine şewitandin. Ay ragihand ku di dema operasyonê de eskeran kekê wî Şahîn û sê gundiyên din weke “mertal” bikar anîne û wiha got:
“Kekê min û sê gundiyên din bi rojan di bin êşkenceyên nedîtî re derbas bûn.”
Ay diyar kir ku piştî şewitandina gund, wan neçar mane ku koç bikin û got: “Em piştre li xerîbiyê bi her cure rezaletiya jiyanê re rû bi rû man.”
10 deqîqe dem ji bo gundiyan

Fayîme Tabû, yek ji şahidên zilm û koçberiya salên 90’î, behsa roja ku gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin û şewitandin kir. Tabû destnîşan kir ku wê rojê jiyana wan serûbin bûye û keça wê ya ku şahidiya vê zilmê kiriye, piştre tevli kerwanê azadiyê bûye.
Tabû, roja ku wekî “roja reş” pênase dike, bi van gotinan tîne ziman: “Ordiyeke leşkeran gundê me dorpêç kir. Hemû gundî li ber dibistanê kom kirin. Heqaretên giran li me kirin û rûmeta me hedef girtin.”
Li gorî vegotinên Tabû, piştî zext û heqaretan, leşkeran ferman dane ku gund vala bikin:
“Ji bo em tiştên xwe yên herî bingehîn ji malên xwe derxînin, tenê 10 deqîqe dem dan me. Piştî ku em derxistin, gundê me dan ber agir û şewitandin.”
Fayîme Tabû diyar kir ku piştî şewitandina gund, malbata wê neçar maye koçî Stenbolê bike. Tabû bal kişand ser bandora vê zilmê ya li ser zarokên gund û wiha got:
“Keça min Fîlîz (Silav Amed) a ku bi çavên xwe şahidiya vê zilm û şewatê kir, nekarî vê bêedaletiyê qebûl bike. Piştre berê xwe da çiyê û tevli têkoşînê bû. Piştî şeş salan di nav refên azadiyê de şehîd ket.”
‘Heger terorîst hebe, ew dewlet e’

Şêniya bi navê Zelîxe Korkut, bertekeke tund nîşanî polîtîkayên dewletê yên li hemberî gundan da û diyar kir ku pênaseya “terorîst” a ku ji bo gundiyan tê bikaranîn, rastiyê nîşan nade.
Zelîxe Korkut, bi hêrs û daxeke mezin bal kişand ser zextên li ser gundiyan û şewitandina gundan. Korkut, destnîşan kir ku dewlet gundiyan wek “terorîst” îlan dike, lê kiryarên dewletê bi xwe pênaseya terorê ne.
Zelîxe Korkut: ‘Heger Terorîst Hebe, Ew Dewlet bi Xwe ye’
Gundiya bi navê Zelîxe Korkut, li dijî polîtîkayên zextê û şewitandina gundan bertekeke tund nîşan da. Korkut diyar kir ku pênaseya “terorîst” a ku dewlet ji bo gundiyan bikar tîne rast nîne û bal kişand ser kiryarên hêzên dewletê.
Zelîxe Korkut, bi dax û hêrseke mezin qala zehmetiyên ku gundî dikişînin kir. Korkut destnîşan kir ku dewlet bi salan e gundan dişewitîne û zextê li ser gelê herêmê dike, lê di heman demê de gundiyan wek “terorîst” îlan dike. Korkut li dijî vê yekê wiha got:
“Dewlet gundiyan wek terorîst nîşan dide, lê kiryarên ku li vir tên kirin bi xwe pênaseya terorê ne. Heger li welat terorîst hebe, ew dewlet e ku gundan dişewitîne û zextê li gel dike.”
Di axaftina xwe de, Korkut bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li hemberî gundan û destnîşan kir ku ev nêzîkatî jiyana gundiyan serûbin kiriye. Korkut diyar kir ku tawanbarkirina gundiyan nayê qebûlkirin û xwest ku dawî li van polîtîkayên zextê bê anîn.
‘Pêdiviya Me Bi Dewleta Kesî Tune, Bila tenê dest ji axa me berdin’

Welatiyê bi navê Mehmet Korkut destnîşan kir ku zext û astengiyên li ser gundan jiyana wan a rojane zehmet dike. Korkut diyar kir ku girêdanbûna wan a bi axê re ne tenê aborî ye, lê belê nasnameyeke kûr e. Ew naxwazin ji ber polîtîkayên cuda neçar bimînin ku warê xwe biterikînin.
Korkut di berdewamiya axaftina xwe de bi zimanekî tund rexne li destwerdanan girt û weha got:
“Pêdiviya me bi dewleta kesî tune. Em gundî ne, warê me ev der e. Bila tenê bihêlin em li ser axa xwe bijîn. Dewlet jî em in, welatî jî em in.”











