NÛPEL – Li navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, bi amadebûna malbatên enfalkiriyan û şahidên zindî, du belgefîlmên li ser komkujiya Enfalê hatin nîşandan. Belgefîlm balê dikişînin ser trajediyên li girtîgehên wekî Tobazawa û Nugreselman hatine jiyîn.
Merasîma Bibîranînê
Bername li salona Bîrdariya Enfalê ya Çemçemalê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di merasîmê de Rêveberê Bîrdariya Enfalê ya Helebceyê, Habîl Hacî Ehmed, axaftinek kir û da zanîn ku ev her du berhemên hunerî ji aliyê Mihemed Seyde û Hêmin Hesîb ve hatine amadekirin da ku êşên girtîgehên rejîma Baas bidin nîşandan.
“Kêmiya Belgeyan Karê Me Zehmet Dike”
Derhênerê belgefîlman Mihemed Seyde di axaftina xwe de bal kişand ser hovîtiya rejîma Baas û zehmetiyên belgekirina vê karesatê. Seyde destnîşan kir ku ji ber ku enfal bi awayekî veşartî hatibû encamdan, di destê wan de dîmen û wêneyên kêm hene.
“Em dikarin bi rêya fîlm û sînemayê dosya Enfalê zêdetir bidin nasandin û bikin ku wek jenosîd were naskirin. Enfal pêvajoyek ji bo qirkirina gelê Kurd bû.” — Mihemed Seyde
Naveroka Belgefîlman
Di dawiya bernameyê de her du belgefîlm hatin nîşandan. Naveroka wan bi giranî li ser vegotina şahidan, trajediyên mirovî û ew êşên giran bûn ku gelê Kurd di dema pêvajoya Enfalê de tê re derbas bûye. Amadekarên fîlman bang kirin ku ji bo naskirina navneteweyî ya jenosîda Kurdan, divê qada sînemayê bi bandortir were bikaranîn.
/Çavkanî: Rojnews/









