🔴Di lêpirsîna windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Doku de, piştî 6 salan pêngaveke girîng hat avêtin. Waliyê berê yê Dersîmê Tuncay Sonel bi tohmeta “tunekirin û veşartina delîlan” ji wezîfeyê hat dûrxisistin û derbarê wî de biryara desteserkirinê hat dayîn.
DERSÎM (Nûpel)– Lêpirsîna derbarê windabûna xwendekara pola 2’yemîn a Beşa Geşepêdana Zarokan a Zanîngeha Mûzirî, Gulistan Doku ya ku ji 5’ê Çileya 2020’an vir ve agahî jê nayê girtin, kûr dibe. Di çarçoveya lêpirsînê de geşedanên nû û krîtîk rû dan.
Ji Bo Sonel ‘Gumanên Berbiçav’ Hatine Tespîtkirin
Wezareta Karên Hundir ragihand ku Waliyê berê yê Dersîmê Tuncay Sonel, di çarçoveya lêpirsîna windakirina Gulistan Doku de ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. Hat hînbûn ku li ser fermana Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çiftçi lêkolîn hatiye destpêkirin û mufetiş hatine wezîfedarkirin.
Di encama nirxandinan de hat diyarkirin ku derbarê Sonel de ji bo sûcê “tunekirin, veşartin an jî guhertina delîlên sûc” gumanên têrker hatine dîtin û ji ber vê yekê biryara desteserkirinê (çavdêrî) hat dayîn.
Malbat û Parêzeran Banga Girtinê Dikirin
Malbata Gulistan Doku û parêzerê wan Alî Çîmen, demeke dirêj bû ku Tuncay Sonel wekî “plansazê bûyerê” û berpirsiyarê yekemîn nîşan didan. Malbatê gelek caran daxwaz dikir ku Sonel were girtin û di pêvajoya windabûna keça wan de rola wî were ronîkirin.
Di Operasyonê de 13 Kes Hatibûn Desteserkirin
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 14’ê Nîsanê de bi gumana “cînayetê” lêpirsîn hatibû berfirehkirin û li 7 bajaran (Stenbol, Enqere, Bursa, Îzmîr, Antalya, Xarpêt û Dersîm) operasyonên hevdem hatibûn lidarxistin.
Di encama van operasyonan de:
13 kes hatin desteserkirin.
Di nav kesên desteserkirî de kurê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî heye.










