🔴Xwendekarên Zanîngeha Dîcle li dijî êrişên dawî yên li ser kampusan û kêmasiyên ewlehiyê daxuyaniyek dan û pirsîn: “Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yusuf Tekin ji bo îstifa bike li benda mirina çend xwendekarên din e?”
AMED (Nûpel) – Xwendekarên Zanîngeha Dîcle bi daxuyaniyekê bal kişandin ser zêdebûna tundûtûjî û êrişên li kampusan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi danîna turnîkeyan ewlehî nayê dabînkirin û hat gotin: “Tiştê ku me diparêze ne turnîke ne; yekîtî û piştgiriya birêxistinkirî ya xwendekaran e.”
‘Kêmasiya Ewlehiyê û Pirsên Bêbersiv’
Li ser navê xwendekaran Serhat Tanilir daxuyanî xwend û bal kişand ser berpirsyariya Wezareta Perwerdehiyê û YÖK’ê. Tanilir, bi tûndî rexne li rayedaran girt û ev pirsên jêrîn araste kirin:
Ji bo Wezîr Yusuf Tekin: “Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yusuf Tekin, ji bo îstifa bike ma li benda mirina çend xwendekarên din e?”
Li ser çekdarbûnê: “Gelo dê hesabê mîmmatên di destê polîsekî berê de ku rê li ber komkujiyekê vedike, bê pirsîn?”
Helwesta polîsan: “Hêzên ewlehiyê yên ku di çalakiyên herî piçûk ên xwendekaran de wekî artêşekê li hev dicivin, çima çavên xwe ji ketina çeteyên faşîst ên bi palan re digirin?”
Berpirsyariya YÖK’ê: “Lijneya Perwerdehiya Bilind (YÖK), dê kengî li dijî vê avahiya xwar a ku kampusan ji xwendekaran re digire lê ji gefên derve re vekirî dihêle, berpirsyariyê hilde ser milê xwe?”
‘Em ê Bêdeng Nemînin’
Xwendekaran di dawiya daxuyaniya xwe de dîyar kirin ku ew ê li dijî êriş û zextan paşve gav neavêjin û ji bo jiyaneke ewle û azad a li kampusan, ew ê têkoşîna xwe ya bi rêxistinkirî bidomînin.
/Çavkanî: JinNews/










