AMED (Nûpel) – Klûba Amedsporê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo rêvebirina tîma fitbolê ya profesyonel, biryara berdewamkirina xebatê bi rahêner Sertaç Kuçukbayrak û ekîba wî re girtiye.
Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberiya klûbê ve hat parvekirin de hat destnîşankirin ku di vê pêvajoya krîtîk a ber bi şampiyoniyê de, baweriya wan bi Kuçukbayrak û kadroya wî heye. Rêveberiyê ji bo serkeftina tîmê bang li alîgiran kir û diyar kir ku ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.
Di daxuyaniyê de ev xal hatin raber kirin:
“Klûba me biryar daye ku di peywira raheneriya Tîma me ya Profesyonel a Futbolê de bi Sertaç Kuçukbayrak û ekîba wî re bimeşe. Em ji bo rahêner me û ekîba wî serkeftinê dixwazin. Di vê dema girîng a ku em ber bi armanca şampiyoniyê ve diçin de; bi piştgiriya lîstikvan, heyeta teknîkî û alîgirên tîmê, em ê bi heman bawerî û biryardariyê rêya xwe bidomînin.”










