Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) raporeke nû belav kir.
Li gorî raporê hêzên atomî yên cîhanê xwediyê nêzîkî 12 hezar û 187 serikên şer ên nukleerî ne.
SIPRIyê diyar kir ku van welatan êdî dest bi bicihkirin û amadekirina çalak a serikên şer kir.
SIPRIya ku navenda wê li Swêdê ye rapora xwe ya salane ya li ser çekdarbûn û ewlehiya navneteweyî weşand.
Li gorî raporê, dewlet êdî çekên atomê wekî amûreke sereke ya hêzê bi kar tînin. Ev rewş hewldanên kêmkirina çekan pûç dike.
Her wiha metirsiya şerên rasterast û şaşfêhmkirinên leşkerî roj bi roj zêdetir dike.
9 welatên xwedî çekên atomî
Di raporê de hat diyarkirin ku 9 welatên xwedî çekên atomê hene.
Ev welat Amerîka, Rûsya, Brîtanya, Fransa, Çîn, Hindistan, Pakistan, Koreya Bakur û Îsraîl in.
Van welatan 2025an jî dest ji nûkirin û mezinkirina cebilxaneyên xwe berneda.
Piraniya van welatan nava salê de pergalên nû yên atomê xistin dewrê û li qadan bi cih kirin.
Heta Kanûna Paşîn a 2026an, ji 12 hezar û 187 serikên şer, derdora 9 hezar û 745 serik ji bo bikaranîna leşkerî hatin amadekirin.
Ji van serikan 4 hezar û 12 li ser mûşek û balafiran hatin bicihkirin. Serikên din jî di embaran de tên parastin.
Her wiha hat diyarkirin ku di navbera 2 hezar û 100 û 2 hezar û 200 serikî de li ser mûşekên balîstîk di rewşa “amadebaşiya herî jor” de ne.
Hema bêje hemûyên van serikan yên Rûsya û Amerîkayê ne.
Lê agahiyeke nû û balkêş jî heye. Êdî Çîn û Hindistan jî dema aştiyê de mûşekên xwe bi serikên şer barkirî û amade dihêlin.
“Metirsî gihîştiye asteke bilind”
Birêvebirê SIPRIyê Karim Haggag derbarê raporê got:
“Hinek lîder û aktorên xwedî bandor, çekên atomî wekî garantiya parastina li dijî dijminan dibînin.
Lê eger hûn stratejiya xwe ya parastinê tenê bispêrin çekên atomê, ev yek metirsiya karesatan zêdetir dike.”
Karim Haggag diyar kir ku ji ber bipêşketina teknolojiyê û aloziyên jeopolîtîk, metirsî gihîştiye asteke herî bilind û wiha pê de çû:
“Aloziyên mîna ya navbera Hindistan û Pakistanê nîşan didin ku mantiqa ‘tirsandina bi atomê’ êdî bêbandor e.”
Rûsya û Amerîka li pêş in
Li gorî raporê, ji sedî 83yê çekên atomê yên cîhanê di destê Rûsya û Amerîkayê de ne.
Her çiqas hejmara stokên wan sala 2025an wekî xwe mabe jî ev yek nîşaneya sekinînê nîne.
Her du welat bi bernameyên nûjenkirinê cebilxaneyên xwe bihêztir û piralî dikin.
Çîn cebilxaneya xwe bi lez berfireh dike
Li gorî amarên SIPRIyê, di destê Çînê de nêzîkî 620 serikên şer hene.
Di raporê de li ser rewşa Çînê ev agahî hatin dayîn:
“Çîn ji her welatî zûtir cebilxaneya xwe berfireh dike.
Heta Kanûna Paşîn a 2026an, Çînê li bakurê welêt bi sedan mûşek li qadên taybet bi cih kirin.
Her wiha li herêmên çiyayî jî xebatên çêkirina 30 depoyên nû didomîne.”
Tê texmînkirin ku heta dawiya vê dehsalê, hejmara mûşekên balîstîk ên Çînê bigihe ya Rûsya yan Amerîkayê.
Lê dîsa jî heta sala 2030yî hejmara serikên wê bibe hezar jî, ev mîqdar tenê dibe çaryeka stokên Rûsya yan Amerîkayê.
Di dawiya raporê de 2026an hejmara serikên atomî yên welatan wiha hat diyarkirin:
Brîtanya: 225
Fransa: 370
Hindistan: 190
Pakistan: 170
Koreya Bakur: 60
Îsraîl: 90
/Çawkani: Rûdaw/









