NÛPEL — Numan Kurtulmuş da zanîn ku divê pêvajo bê lezkirin û got, “Divê yekîneyên ewlehiyê yên dewletê mekanîzmayên kontrolê bixin dewrê û paşê jî li parlamentoyê yasa bên derxistin da ku ev pêvajo temam bibe.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser mijarên rojevê ji rojnamegeran re axivî. Numan Kurtulmuş anî zimên ku wan di vê pêvajoyê de gavên baş avêtine. Kurtulmuş diyar kir ku her du mijarên ku li ber danîna çekan a PKK’ê de dibûn “asteng”, ji holê rabûne.
“Du astengî rabûn”
Kurtulmuş diyar kir ku ev astengî “entegrasyona li Rojava” û “pêknehatina projeya çekdarkirina PJAK’ê” ne û wiha axivî:
“Ez ê bi Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin re bicivim. Ez ê ji devê yekem guhdarî bikim bê ka xala dawî çi ye û zanyariyên wan çi ne. Me ev pêvajo di nava têkiliyeke pir nêzîk de bi Birêz Îbrahîm Kalin re bi rê ve bir.
Meseleya me ya sereke, çareserkirina meseleya ‘Tirkiyeya Bêteror’ e. Ev, meseleya herî girîng a Tirkiyeyê û dîroka Komara me ye. Me gelek gav avêtin. Ez careke din gelekî spasiya hemû partiyên siyasî dikim. Wan berpirsyariyeke pir mezin girt ser xwe û raporek derxist holê.
Di serdanên me yên fermî de, dema ez bi nûnerên welatên Rojava û hevpîşeyên xwe re dicivim, herî zêde ev mijar tê pirsîn. Tirkiyeyê îradeya siyasî ya çareserkirina vê meseleyê nîşan da. Ev beşa herî zehmet a vî karî bû. Beşa guhertinên yasayî yên ji niha û pê ve, beşa hêsantir e.”
“Di radestkirina çekan de derengketin çêbû”
Numan Kurtulmuş daxuyand ku di radestkirina çekan de derengketin çêbûye û wiha pê de çû:
“Dixwazim tiştê ku min li vir gotiye careke din bînim zimên. Eger rêxistinê li gorî salnameya danîna çekan a ku destpêkê hatibû diyarkirin tevgeriyaba, heta niha ev mesele zû de çareser bibûya. Ji ber vê yekê, li vir di warê radestkirina çekan de derengketineke girîng çêbû ku îhtîmal e ev yek li derveyî bendewariyên Îmraliyê jî be.
Ji bo ku ev pêvajo were lezkirin, divê yekîneyên ewlehiyê yên dewletê mekanîzmayên kontrolê yên pîvandî û kontrolkirî bixin dewrê. Paşê jî divê yasa li parlamentoyê bên derxistin û ev pêvajo temam bibe.”
“Rêyeke din nemaye”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bal kişand ser konjonktura herêmî û cîhanî jî û axaftina xwe wiha domand:
“Eger ev mesele biqede, em ê diyariyeke mezin bidin nifşên paşerojê. Her wiha nabe ku em derfeteke wiha ku konjonktura herêmî û cîhanî ew qasî guncav e, ji dest bidin.
Ji bo ku ev pêvajo bi serkeftî biqede, du geşedanên (pêşveçûnên) erênî çêbûn. Yek jê ew e ku entegrasyona PYD’ê ya bi rejîma Sûriyeyê re ji ya ku dihat çaverêkirin zûtir û mayîndetir pêk tê. Hîn gelek rê hene ku werin girtin lê ji bo destpêkê mesafeyeke pir baş hat girtin.
Ya duyem jî ew e ku êdî bi temamî hat dîtin ku projeya derbarê çekdarkirina PJAK’ê de pûç bûye û pêk nayê. Ji wê derê jî ji bo rêxistinê ti rewşa çekdarbûnê nîne. Ev geşedan nîşan didin ku êdî ji bo PKK’ê, ji bilî danîna çekan a bi temamî, ti rêyeke din nemaye.”
Çavkanî: Rûdaw










